Gaziyên şer, xebatkarên tenduristiyê xelat kirin

Ji ber keda wan a di pêngavên li dijî DAIŞ‘ê de, gaziyên şer ên QSD‘ê, xebatkarên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyekî xelat kirin.

Şahî bi boneya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê ji aliyê MSD‘ê li hola Beylesan navçeya Amûdê hat lidarxistin.

Fermandarên QSD‘ê, gaziyên şer, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD û xebatkarên tenduristiyê yên ku di eniyên pêngavên şer ên li djiî DAIŞ‘ê de erka xwe pêk di anîn beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de senevîzyoneke li ser pêngavên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ û rola xebatkarên tenduristiyê ya di tedawîkirina şervanên birîndar de hate pêşandan.

Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Raperîn Hesen û Ciwan Mustefa axivîn, serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê silav kirin û diyar kirin ku bi saya hevgirtina gelê herêmê û fedekariya wan rêxistina terorîst ku cîhan tehdîd kir têk çû.

Hevserokên Desteya Tenduristiyê spasiya xebatkarên tenduristiyê kirin ku li rex şervanan erka xwe ya mirovî pêk di anîn.

Di dawiya şahiyê de gaziyên şer ên QSD‘ê xelat dan xebatkarên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heyva Sor a Kurd, Yekîtiya Bijîşkan û bijîşkên enternasyonalîst.

ANHA


Mijarên Din