Gedo: Ocalan ji bo hemû gelan nexşerêyeke demokratîk xêz kir

Salih Gedo got, heger dewleta Tirk dewleteke aqilane baya û berjewendiyên gelê xwe eleqedar kiriba dê nêrînên Rêber Ocalan esas girtiba. Her wiha Gedo diyar kir ku Ocalan ji bo hemû gelên herêmê nexşerêyeke demokratîk xêz kir.

Desthilta Tirk ku bi salane tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan ferz kiriye û rê nade malbat û parêzan ku hevdîtinan pê re pêk bîne. Di demên dawî de anku piştî çalakiyên grevên birçîbûnê yên li seranserî Kurdistanê û cîhanê û girtîngehên Tirkiyê de hin hevdîtin hatin kirin. Lê belê ji 12‘ê Tebaxê ve hevdîtin bi Ocalan re pêk nehatine.

Têkildarî tecrîdê Sekretêrê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo got: " Bê guman tecrîda li ser Rêber Ocalan hîna berdewam e û li tevahî cîhanê deng veda."

Salih diyar kir ku hesabên Erdogan  û partiya wê têk çûn û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku xeyal dikirin ku ew ê bi rêya tecrîdê karibin têkoşîna gel lewaz bixin, lê hesabên wan şaş derketin û bi binketin. Rêber Ocalan ji bo çareserkirina doza kurdî li Rojava û tevahî Kurdistanê nêrîn pêkêş kirin û di wî warî de roleke girîng list."

Gedo bal kişand ku peyamên Ocalan ên bi rêya parêzer û malbatan şandibûn bandoreke mezin li raya giştî û ya Kurdî kir û ev wiha domand: "Agahiyên Rêber Ocalan ji hevsengiyên herêmî û navdewletî yên li herêmê rû didin hene û dikarî ji bo çareserkirina doza Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê û aloziya Sûriyê bi giştî çareseriyan pêşkêş bike. Çareseriyên Rêbertî hesabên Tirkiyê têk birin û ew xistin krîzeke mezin."

Gedo îşaret bi vê yekê kir ku daxuyaniyên dawî yên Ocalan bala tevahî cîhanê kişand, bi taybet li Ewropa û Amerîkayê ku her kes bi çavekî erênî lê meyze dike û wiha got: " Rêbertî ji hemû pirsgirêkên heyî  re çareserî dan, ji ber vê yekê desthilata Tirkiyê nehişt ku careke din hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk werin."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji tecrîda li ser Ocalan ew e ku îradeya gelê Kurd bişîne û lewaz bike û ev tişt diyar kir: "Careke din Tirkiyê di hesabên xwe de şaş bû, ji ber ku gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dizane ku Rêber Ocalan bi derder û doza gelê xwe difkire û armanc dike ku hemû mafên wî yê rewa pêk werin."

Salih bal kişand ku siyasetên Tirkiyê yên li hemberî Ocalan tevlihev bû û anî ziman ku "Dewleta Tirk dema tecrîdê radike Ocalan daxuyaniyan dide daxuyaniyên wê planên Tirkiyê têk dibe, tecrîdê giran dike bi têkoşîna gelê Kurd re rû bi rû dimîne."

Gedo diyar kir ku daxuyaniyên dawî yên Ocalan dikeve xizmeta gelê Kurd, Tirk, Ereb, Suryan û hemû gelên herêmê û got, Ocalan rêberekî Kurdî û Kurdistanî ye, lê nêrîn û pêşnûmeyên wî xizmeta hemû gelên herêmê dike.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepir a Demokratîk Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de got: "Heger dewleta Tirk dewleteke aqilane baya û berjewendiyên gelê xwe eleqedar bikira dê nêrînên Rêber Ocalan esas girtiba, ji ber ku Rêber Ocalan ji bo hemû gelên herêmê nexşerêyeke demokratîk xêz kir."

ANHA


Mijarên Din