Bi sedan şêniyên navçeya Beravê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên li dijî Şengal û herêma Dêrikê, meşek li dar xist.
Xwepêşandan ji gundê Til Dara yênavçeya Beravê dest pê kir û heta bajarokê Eyn Dîwer dewam kir.
Xwepêşandêran pankartên "Kujer Erdogan " û " Na Ji dagirkeriyê re, dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" hildan.
Piştî meş gihaşt têketina bajarokê Eyn Dîwer, mîtîngek li wir hate lidarxisitn. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û gefên dewleta Tirk şermezar kirin.
Endama Meclisa Xeta Berav Ferûz Temir bi navê şêniyan daxuyanî xwend û tê de wiha got:
"Em sûcên dewleta Tirk ên ku dijî gelên herêmê, komplo û siyasetên wê yên qirêjî û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, bi tundî şermezar dikin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze ku berpirsa binpêkirin, qirkirin û sûcên şer e."
Yek ji beşdarên meşê Leyla Ehmed da zanîn ku gefên dewleta Tirk a dagirker israra wan a bilindkirina berxwedanê li dijî her gefekê zêde dike.
Abdullkerîm Temir jî diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ew gihaştine vê pêvajoyê û bi sekna îro ew bersivê didin gefên dewleta Tirk a dagirker. Temir bang li tevahî gelê Sûriyê kir ku têkoşînê geş bikin û got: "Divê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê geş bikin da ku destkeftiyên ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."
Mîtîng bi durişmên piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk, bi dawî bû.
(dm-dx)
ANHA