'Gefên Tirkiyê beşek ji rêzefîlmê astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê ye'

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Îd got: "Gefên Tirkiyê beşek ji rêzefîlmê astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê ye. Her wiha teqez kir ku ew gefên Tirkiyê red dikin û ji bo parastina welat amade ne fedekariyan bidin.

MINBIC

Piştî ku li gelek taxên bajarê Minbicê çalakiyên konvedanê hatin orgenîzekirin, îro çalakiya konvedanê li xeta El-Heyê ya li gundê El-Yastî yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên gundên derdora El-Yastî, malbatên şehîdan, endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li çalakiyê bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û alên Hêzên Erka Xweparastin hildan.Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa xeta El-Heyê Ayşe Derwîş bi xêrhatina beşdaran kir û zêdegaviyên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê şermezar kirin.

Ayşa destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide temenê DAIŞ'ê dirêj bike, da ku carek din herêmên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin talan û wêran bikin, gefa êrîşan li herêmê dixwe.

Paşê hevserokê Komîteya Erka Xweparastinê Qasim Remo axivî û malbatên şehîdan silav kir.

Qasim binçavkirina bi hezaran serbazên peyabilind ên artêşa Tirk ji hêla pergala Tirkiyê ya faşîst ve destnîşan kir û got: "Ji ber ku ew biryarên dagirkirina xaka Sûriyê red kirine hatin binçavkirin."

Qasim diyar kir ku berxwedan û parastina gel berbijerka wan e li hember her êrîşekê li dijî herêmê ye.

Di dawiya axaftrina xwe de Qasim  soza parastina bajarê Minbicê û gelê wê da û girîngiya hevgirtina pêkhateyên Minbicê teqez kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Îd axivî, gefên Tirkiyê şermezar kir û got: "Gefên Tirkiyê beşek ji rêzefîlmê astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê ye ."

Mehmûd teqez kir ku ew gefên Tirkiyê red dikin û amade ne fedekariya bidin da ku xaka xwe biparêzin.

Her wiha zarokê bi navê Tacedîn El-Abû helbestek girêdayî rewşa koçberan û zarokên ku ji xwendinê û mafên xwe bêpar mane vegot. Tacedîn di dawiya helbesta xwe de bang li tevhaiya ol û nijadan kir û got: "Tiştên ku bi serê zarokên Sûriyê tên ne li gorî wijdana mirov e."

Çalakî dê 3 rojan dewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din