‘Gefên Tirkiyê li ser hebûna gelê Suryan metirsî ne’

Bi zêdebûna gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dewleta Tirk ji bo rewabûnê bide êrîşên xwe, heta bi dêr û mizgeftan dike armanc, beramberî vê yekê jî Suryanên li Sûriyê, nexasim piştî dagirkirina Efrînê û wêrankirina dêran, nerazîbûna xwe tînin ziman.

Bi zêdebûna gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelê Suryan li kantona Kobanê ya bakurê welêt gefên Tirkiyê wek êrîşkariya herêmên Bakurê Sûriyê dibînin ku hemû gelan dike armanc, ev jî nîşana qirkirin, tevliheî û têkbirina aramiyê ye.

Têkildarî gefên Tirkiyê û metirsiya li ser gelê Suryan, Meclisa Leşkerî ya Suryanan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryanan wiha hate gotin: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em nêzî 100 hezar Suryan hene û li herêmê gef li ser hebûna me heye, ji ber vê yekê heke Tirkiyê êrîşî me kir, dê dêr û gelên me wêran bike."

Civata Suryanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî hebûneke girîng e, li bajarokên Dêrik, Efrîn, Til Temir û Hesekê dijîn.Her çi qas hewldana tevliheviya navbera gelên li herêmê dikin jî em li ser bingehên hevgirtinê bi hev re dijîn.

Welatiyê Ermen Umer Fîras ku li dêra El-Îxwe ya Kobanê îbadet dike, got em şahidê sûcdariya dewleta Tirk li Efrînê, binpêkirina pîroziyên gelan û avahiyên îbadetê bûn. Umer Fîras got wan ji bo agahdarkirina van rasteqîniyan ji raya derve, nexasim kesên banga aştiyê dikin  û li gelê Suryan hemû hewldan kirin, lê vala bû.

Suryanên li kantona Efrînê ne xwe û ne jî dêrên xwe radestî êrîşên Tirkiyê yên di 2018`an de kirin û di encamê de Tirkiyê 3 dêrên li derdora Efîrnê topbaran kirin û hemû mîrateyên wan dizîn.

Fîras wiha axaftina xwe dewam kir: "Em li vir bi misilmanan re dijîn, Ereb jî bi Kurdan re dijîn, îcar ka pirsgirêk di ku derê de ye? Em bi aramî û jiyaneke birûmet dijîn, divê civaka navdewletî hewldanên Tirkiyê bibîne, Tirkiyê hewldana têkbirina derfeta zêrîn dike û wekî Efrîna wêrankirî lê bike."

Kantona Kobanê di 13`ê Îlona  sala derbasbûyî de, dêra yekemîn a bi navê Dêra Îxwan vekir.

Şêniyên Ermen got wan di pêvajoya dîrokê de, li bajarê Kobanê dêr ava kirine, lê piştî koçberkirina piraniya malbatan ji derveyî welêt re tu dêr neman.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din