Geir Pedersen: Xebatên komîteya destûrê 24’ê Tebaxê dest pê dikin

Piştî gerên ku bi bin ketine, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen got dê di 24’ê Tebaxa bê de kar û xebata komîteya destûrê ya Sûriye ya li Cinêvê dest pê bike.

Di civîna online ya Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî rewşa Sûriyê de Pedersen parve kir ku plana rûniştina gera sêyemîn a van diyalogan êdî piştrast bûye û dê 24`ê Tebaxê dest pê bike, lê bi şertê ku tedbîrên rêwîtiyê neyên guhartin.

Geir Pedersen bang li rakirina tedbîrên yekalî yên li dijî Sûriye kir, ji ber cezayên yekalî yên li dijî Sûriyê hêza dewleta Sûriyê ya dabînkirina gihandina xwarin û pêdiviyên tenduristiyê yên guncaw ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê, sînordar dike.

Komîteya destûrê gelek civîn li dar xistin û tê de nûnerên gelê Sûriyê yên rastîn beşdar nebûn, vê carê jî piştî hikumeta Sûriyê hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriye bi dawî kirin, ev ger çêbû û çavdêr texmîn dikin ku ev komîte bê çare maye.

(eh)


Mijarên Din