Gelê Cezayîrê ji bo têkbirina hemû kesayetên nêzî rejîma Botefiliqa bi israr e

Îro jî ango di Îna 9`emîn de, gelê Cezayîrê wê dakeve qadan û ji bo têkbirina hemû kesayetên  nêzî rejîma Botefiliqa bi israr e.

Li gorî AFP`ê diyar kir wê gelê Cezayîrê çalakiyên xwe di Îna 9`emîn de dewam bikin.

Ji 22`ê meha Sibatê ve, bi milyonan ji gelê Cezayîrê li dijî Botefiliqa dadikevin qadan.

Xwepêşandarên Cezayîrê dikaribûn ku Abdullezîz Botefilîqa, piştî 22 salan ji serokatî, ji erka wî dûr bixin û di dawî de Botefiliqî neçar ma ku istîfa xwe bide.

(eh)


Mijarên Din