Gelê Cizîrê banga kontrolkirina buhayê madeyan dike

Li herêma Cizîrê buhayê goşt û sebzeyan bi awayekî balkêş zêde bûye. Ji ber wê şênî bang li aliyên têkildar dikin da ku mudaxele bikin û buhayan kontrol bikin.

Sebze û goşt ji madeyên sereke ne ku li sûkên herêmê têne mezaxtin. Buhayê van madeyan bi awayekî balkêş bilind bûye. Buhayê sebzeyan bi rêjeya ji sedî 50 û ya goşt ji sedî 20 bilind bûye.

Buhaya kîloya bacanên sor ji 250 LS gihaştiye 400‘an, her wiha buhayê kîloya goştê sor ji 2 hezar û 500’an bûye 4 hezar LS, kîloya goştê mirîşkan ji 800’an heya hezar û 200 LS zêde bûye.

Bilindbûna buhayê madeyan bû cihê nerazîbûna şêniyan. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bang li aliyên têkildar û komîteyên zimhêrê kir ku buhayê madeyan li sûkê û her dikanekê kontrol bikin.

Şêniyê bi navê Osman Bekir got: "Di vê demê de nirxê madeyan gelekî bilind bûye û ew jî ne li gorî asta jiyanê me ye. Tevî wê jî buhayê madeyên di navbera firoşkaran de cuda ye. Ji ber wê em ji Komîteya Zimhêrê dixwazin ku dewriyeyên xwe zêde bike û buhayan kontrol bike."

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Ferho bang li Komîteya Zimhêrê kir ku buhayê madeyan kontrol bike, ji ber ku rewşa aborî ya piraniya şêniyên kêm e û têra debara wan nake.

Firoşkarê bi navê Asim Sîno sedema bildinbûna buhayê madeyan vegerand ku ew kel û pelan ji bazirganan bi nirxên buha dikirin, ji ber wê neçar dimînin ku buhayê madeyan bilind bikin.

Endamê rêveber ê Beşa Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Dirbesiyê Hemîd El-Umer anî ziman ku ew têgihîştina azarên şêniyan û destnîşan kir ku dewriyeyên wan di nav sûkan de rojane domdar in. El-Umer got: "Sedema bilindbûna buhayê sebzeyan vedigere bacên ku li ser madeyên ku dikevin herêmê, hatine ferzkirin. Baranên vê dawiyê bûn sedema telefbûna şitilgehên sebzeyan, ji ber wê cotkaran nirxê sebzeyan bilind kir. Sedema bihabûna goşt, vedigere bihabûna firotina sewalan."

Hemîd El-Umer destnîşan kir ku ew hewl didin buhayan kontrol bikin da ku li gorî asta aborî ya şêniyan be.

(şx)
ANHA


Mijarên Din