Gelê Cizîrê cejna xwe di goristanên şehîdan pîroz dike

Di saetên berbangê de, şêniyên herêma Cizîrê berê xwe da mizgeftan û nimêja cejnê kir, şêniyan dua ji bo pêkanîna ewlehî û û îstiqrarê li herêmê kir. Piştre şêniyan berê xwe da goristanên şehîdan. 

Bi hezaran ji şêniyên bajar, navçe, bajarok û gundên herêma Cizîrê di saetên berbangê de berê xwe da mizgeftan da ku nimêja cejna Remezanê bikin. Di xutbeyê de, rol û keda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şervanên QSD`ê yên ku herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û bi saya wan ewlehî û îstiqrar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû, hate bibîrxistin. Her wiha di xitbeyê de, Cejna Remezanê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û netewa îslamî hate pîrozkirin.

Piştî nimêja cejnê, gelê herêma Cizîrê û xwediyên şehîdan berê xwe da goristanên şehîdên ku di oxira parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji çete û terorîstan, canê xwe feda kir. Li Qamişlo, gel berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, li Hesekê gelê berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar, li herêma Dêrikê, navçeya Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer gel berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik, li Tirbespiyê gel berê xwe da Gortistana Şehîd Dilşêr, li Serêkaniyê gel berê xwe da Goristana Şehîdan, li Dirbêsiyê gel berê xwe da Goristana Şehîd Rûstem Cûdî, li navçeya Til Hemîsê, gel berê xwe dan Goristana Şehîdan û li Amûdê, gel berê xwe da Goristana Şehîd  Îsmaîl.

Li goristanên şehîdan jî, gel ji aliyê şervanên YPG, YPJ, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Tirafîk û HPC`ê hate pêşwazîkirin.

Şervanên YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Erkaxweparastinê gul danîn ser gorên şehîdan û gulên ku li ser gorên şehîdan hatine çandin hatin avdan. Her wiha şiranî jî li zarokan hate belavkirin û gel cejna hev pîroz kir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din

Li herêmên