Gel dixwaze zext li Tirkiyê were kirin da ku sûcên şer pêk neyne

Şêniyên navçeya Şedadê bang li Amerîka û Rûsya kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û nehêlin ku guhertina demografîk li herêmên ku dagir kirine pêk were.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra di çarçoveya guhertina demografîk li herêmên Sûriyê ku dagir kirine êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Armanca wan ku nasname û çanda gelên herêmê tune bike.

Di vê der barê de şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Welatiyê bi navê Elî El-Bedir wiha got:"Dewleta Tirk hemû şertên ku lihevkirin der barê agirbestê de hate kirin, binpê kir. Dewleta Tirk herêmên ku sivîl têde dijîn, topbaran dike. Di encama wê de gelek şehîd û birîndar li herêmên li ser sînor, çêbûn."

El-Bedir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide demografiya herêmên ku dagir kirin mîna Girê Spî û Serêkaniyê biguhere, nîşaneyên herêmê, navên nexweşxane, dibistan û rêyan guhertiye. El-Bedir bang li dewletên peywendîdar kir ku nehêlin Tirkiyê demografiya herêmê biguhere.

Welatiyê bi navê Mihemed Silêman diyar kir ku dewleta Tirk  a dagirker hewl dide careke din desthilata Osmanî li Sûriyê bi rêya binpêkirina şertên lihevkirina bi Amerîkayê re bûbare bike û wiha domand: "Ji ber Amerîka garantore em daxawazin Tirkiyê hevpeymanê binpê neke û siyasetên sûcên derheqê li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neyîne."

Silêman di dawiyê de bang li şêniyan kir ku li hember êrişa dewleta Tirk bisekinin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din