Gel dîwarê parçekirinê red dike

Efrîniyên ku dewleta Tirk a dagirker ew bi zorê ji malên wan derxistine û niha li Şehbayê bicih bûne û şêniyên Şehbayê,  diyar kirin ku ew, dîwarê parçekirinê yê dewleta dagirker li dora Efrînê lêdike red dikin. Efrîniyan got: “Ew ê li dijî lêkirina dîwar bisekinin.”

Dagirkeriya dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê, mîna sînorê ku di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ava kiriye, li derdora Efrînê jî dîwarên parçekirinê lêdike. Şêniyên herêmê  nerazîbûnên tund nîşanî lêkirina dîwaran dikin.

Dagirkeriya Tirk li gundê Meryemînê yê navçeya Şera 500 metre, li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa 3 û nîv kilometre, li nêzî gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa 300 metre dîwar lêkirine.

Lêkirina dîwaran li pêşiya çavên Rûsya û rejîma Sûriyeyê pêk tê. Lê herdu alî li hemberî vê yekê tu helwest nîşan nadin.  Ruxmî ku dîwar tenê 6 km dûrî bargeha Rûsyayê ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeriya Tirk daran jê dike da ku li dewsa wan dîwar lêbike û dane zanîn ku li gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa hezar darên zeytûnan hatin birîn.

Şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk a dagirker ew bi zorê ji warê wan derxistin û şêniyên Şehbayê lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve red dikin û gotin, ew ê li hemberî wê bisekinin.

Umer Ehmed: Dagirkeriya Tirk ji sala 1914‘an ve ji bo tinekirina hebûna Kurdan û vejandina peymana Millî dixebite. Bi lêkirina dîwaran li derdora Efrînê dixwaze serdema Osmanî vegerîne û hegemoniya xwe li herêmê ferz bike. Dixwaze Efrînê jî wekî deriyê pêkanîna vê yekê bikar bîne. Lê em Efrînê di destê wê de nahêlin, em ê têkoşînê bi domînin.

Mihemed Xelîl: Rûsya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji bo berjewendiyên xwe mûdaxele dike û li çareseriya aloziya herêmê nanere. Cîhanê dixapîne ku ew yekîtiya xaka Sûriyê diparêze û aloziyê çareser dike. Di encamên lihevkirinên Rûsya û rejîma Sûriyê, Tirkiyê Idlib û paşê Efrînê dagir kirin. Li herêmên dagirkirine, binpêkirinan li pêşiya civaka navdewletî dike, bê ku hesab jê bê xwestin.

Fîras Îbrahîm: Dagirkeriya Tirk bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê Sûriyê parçe dike. Lê em van kiryaran qebûl nakin, em ê bi vîna xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û bi Hêzên Rizgarkirina Efrînê, em ê  Efrîn ji dagirkeran û çeteyên wê rizgar bikin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din