'Gelê Ereb bi ramanê Rêber Ocalan xwe birêxistin kir’

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed got: "Ocalan rêberê tekane ye ku cewherê şaristaniyê û rastiya têkililiyên etnîkî û çandî li gelên Mezopotamyayê û xaka wê vegerand. Gelê Ereb êdî bi fikirê mirovî yê Rêber Ocalan bawer in, ji ber wê jî niha li herêmên xwe pêk tînin."

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed, girêdayî tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, giringiya fikir û felsefeya Rêber Ocalan a ji bo gelên herêmê axivî.

'OCALAN FIKRÊN MIROVÎ DERXIST'

Îbrahîm El-Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiyên felsefeya Rêber Ocalan û got: “Rêber Ocalan, yek ji ronekbîrên destpêkê ye ku giringî daye aliyê mirovî û mafên mirovan. Ocalan di ramanê xwe de rewşa civakê dixwîne û lêkolîn dike. Encamên giring ji êşa gelên herêmê derxist.”

'DIVÊ TECRÎD WERE ŞIKANDIN, AZADIYA OCALAN RÊYA XILASIYÊ YE'

El- Mihemed girêdayî tecrîda girankirî ya ku rejîma Tirk li ser Rêber Ocalan ferz kiriye, wiha axivî: “Aliyên navdewletî û rêxistinên ku îdia dikin mafên mirovan diparêzin ji tecrîdê berpirsyar in. Divê li hemberî hovîtî û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêbertî bisekinin. Li gorî fikirê dewletî û desthilatdarî divê her şoreşgerek ku meşaleya azadiyê pêdixe were tunekirin. Dîrok şahidê vê yekê ye, bi sedan ronakbîr hatin qetilkirin, xaçkirin û sirgûnkirin.”

El-Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk difikire ku bi girtina Ocalan karî fikirê wî ji gelan qut bike û wiha axivî: “Lê wiha nebû. Ji ber ku gelan asta têkoşînê bilind kir û êdî pîrozî û girîngiya vê fikirê nas kirine. Ev fikir bûye xeta têkoşînê ya li hember desthilatdaran. Ocalan Rêberê tekane ye ku cewherê şaristaniyê û rastiya têkililiyên etnîkî û çandî li gelên Mezopotamyayê û xaka wê vegerand. Gelê Ereb êdî bi fikirê mirovî yê rêber Ocalan bawer in û li herêmên xwe pêk tînin.”

'GIYANÊ ŞOREŞGERÎ YÊN KU OCALAN DI NAV GELAN DE ÇANDIYE JI OSMANIYAN RE BÛYE KABÛSEK'

El-Mihemed ku da zanîn ku Tirkiye dewleta yekemîn e ku bê dîrok e û wiha pêde çû: “Dewleteke mêtînger wek Tirkiyê, ne ecêbe ku şerê têkoşerekî mîna Rêber Ocalan bike. Dewleta Tirk ne xwedî dîrok û ne jî xwedî destkeftî ye. Heke çend sedsalan Osmaniyan serkeftin bi dest xistibin ew jî bi rijandina xwînan Kurd, Ereban û qirkirina li ser Ermenan pêk anîbû. Rêber Ocalan bi fikirê xwe giyanekî şoreşgerî di nava gelên herêmê de ava kir. Ji ber zulm û zordestiya ku li ser wan hatibû ferz kirin, serhildanek mezin destpê kir. Ev serhildan xeteriyeke mezin li ser fikirê dewletên desthilatdar, bi taybet jî li ser dewleta Tirk çêkir. Dewleta ku qetil dike û asîmîle dike, mirovê şoreşger ê banga azadiyê dike tehdîdekê ji bo desthilata xwe ya zalim dibîne."

'BI SAYA RAMANÊ OCALAN GEL XWE BIRÊXISTIN KIR’  

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed îşaret bi rewşa gelê Ereb ê li herêmên ku ji terora DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, kir û got: "Gelê Ereb beriya ku Hêzên Sûriya Demokratîk herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, rastiya projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, nedizanî. Lê niha gelê Ereb xwe birêxistin kir, rastî û qehremantiya vî ronakbîrî nas kirin. Rêber Ocalan rêya azadiyê nîşanî gelan da, ew azadiya ku teror û hegemoniya rejîma Baas bi salan çewisandibû."

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev tişt diyar kir: "Îro em gelê Ereb li herêmên Firat û Cizîrê bi taybet encamên felsfeya Rêbertî û pêvajoyên ku em gihaştine me ji nêz ve dît. Bi saya nêrînên Rêbertî rûbera azadiyê berfireh bûye. Gelê Ereb di salên dawî de ji ber siyasetên ku li ser wan hatibû ferzkirin ji azadiyê bê par mabûn. Rêber Ocalan ji bo hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryanan bû sembola qehremeniyê.”

ANHA


Mijarên Din