Gelê Girê Spî di berxwedanê de bi israr e

Gelê ku li Girê Spî bi salan di êrîşên dewleta Tirk de zarokên xwe winda kirine, got “Em ê li hemberî êrîşên ku li ser me pêk werin, tawîzan nedin.”

Gelê bajarê Girê Spî yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî dagirkeriya Osmaniyan rastî êrîşên dewletên rejimê hat. Gelê bajêr ku li hemberî rejîma Baasê serî netewand, piştre rastî êrîşa terorîstên wekî DAIŞ’ê hat. Gelê bajêr ku bi berxwedana YPG azad bû, niha jî li ber gefa dagirkeriya dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk ku li ser sînorê bajêr sewqiyata leşkerî kiriye, li gel gefên xwe yên dagirkeriyê bi dehan caran sivîl kirine hedef û ew qetil kirine.

‘Erdogan zarokan jî qetil dike’

Dewleta Tirk ku di 1’ê Mijdara 2018’an de li dijî Girê Spî êrîş pêk anî, li gundê Til Fender zaroka bi navê Sara ya 7 salî qetil kir. Dayika Sarayê Fatma Şêx Mihemed got: “Keça min hêj xwendekara dibistana seratayî bû ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. Dê dewleta dagirker bê gundê me çi bike gelo? Keça min bi guleyên leşkerên Tirk hat qetilkirin. Me li hemberî wan çi kir gelo? Ma me li hemberî wan çek rakir ? Erdogan terorîst e. Zarokan jî bi bê wijdanî qetil dike.”

Zarokê wî bi guleya jehrî hat qetilkirin

Mistefa Ehmed bavê zarokê Şamil Mistefa Ehmed e ku di 15’ê Îlona 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Ehmed got “Kurê min 15’ê Îlona 2015’an, em di nav erdê xwe yê çandiniyê de dixebitîn, ji aliye leşkerên Tirk ve tê birîndarkirin” û bi rêyên fermî wî dibin navçeya Akçekaleyê ya Bakurê Kurdistanê û li wê derê wî derman dikin. Mistefa Ehmed da zîn ku piştî 2 rojan bijîşk jê re dibêjin tu tiştekî kurê te tune ye û wî ji nexweşxaneyê derdixin. Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Lê kurê min di heman şefî de reş û mor bû. Me ew bir beşa lezgîn a nexweşxaneya Serêkaniyê û li wê derê jiyana xwe ji dest da.”

‘Êdî bes e’

Mistefa Ehmed hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk bi vî awayî anî ziman: “Em her roj dimirin, her roj îşkence, talan û koçberî heye. Êdî bes e. Em êdî dixwazin bê şer û bi awayekî aramî li ser erdê xwe bijîn. Zarokên me bi çi hincetî tên qetilkirin?”

‘Dizanîn em rojnameger in lê dîsa jî em kirin hedef’

Dewleta Tirk li ser sînorê Girê Spî rojnamegeran jî hedef digire. Nûçegihana ajansa me  Gulistan Mihemed Elî ku li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hat birîndarkirin, wiha got: “Dema min û hevalê xwe Îbrahîm tevgera li ser sînor dişopand, ji aliyê leşkerên Tirk ve em hedef hatin girtin û birîndar bûn. Dewleta Tirk li gel ku dizanibû em rojnameger in, bi zanebûn em hedef girtin.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din