Gelê herêmê dixwaze jin û zarokên DAIŞ’ê ji herêmê bên derxistin

Rûspiyê êla El-Egêdat, Ehmed Mihsên El- Ebid El- Ezîz diyar kir ku ew dixwazin jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixin û vegerînin welatên wan.

Piştî derxistina beşa duyemîn a şêniyên Dêrazorê yên di kampa Holê de, rûspî û şêxên êlên Dêrazorê daxwaz kirin ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê vegerînin welatên wan.

Di vî warî de ajansa me hevîdtinek bi şêx Ehmed Mihsên El-Ebid El-Ezîz ê rûspiyê êla El-Egêdat (El-Bocamil) re çêkir. El- Ezîz wiha got: "Bi navê êlên gundewarên Dêrazorê, em daxwaz dikin ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li welatên wan bên vegerandin. Ew risqê jin û zarokên herêmê yên li kampê dimînin dixwin.”

Rêveberiya Xweser jî di vê mijarê de ji wan dewletên ku hemwelatiyên wan ên endamên DAIŞ’ê ne û li kampa Holê dimînin, bigirin. Lê piraniya dewletan bersiva daxwaza rêveberiyê nedan.

Di kampa Holê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nêzî 70 hezar jin û zarokên DAIŞ’ê dimînin.

El-Ezîz daxwaza derxistina beşa sêyemîn a şêniyên Dêrazorê yên ji kampa Holê kir.

El-Ezîz di dawiyê de got: “Komîteya Têkiliyên Giştî ya girêdayî Meclisa Rêveber a Dêrazorê derbarê pêkanîna daxwazên rûspî û meclisên herêmî de kedê dide.”

Rêveberiya Xweser di 10’ê Hezîranê de, li gor îmze û belgeya fermî ya radestkirinê, 14 zarokên DAIŞ’ê yên bi nasnameyên Holanda û Fransayê radestî welatên wan kirin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din