Gelê herêma Cizîrê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin

Şêniyên herêma Cizîrê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybet herêma Xakurkê, meş li dar xistin.

Îro bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirkr û binpêkirinên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin qadan. Şêniyan bang li raya giştî, hikumeta Başûrê Kurdistanê û hiikumeta Iraqê kir ku helwestên xwe der barê binpêkirinên Tirkiyê de diyar bike.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê, daketin qadan. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir. Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Bi rihê serhildana Şêladizê em ê dagirkeran têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" her wiha wêneyên qurbaniyên êrîşên dagirkeran li Efrîn û Biradost a Başûrê Kurdistanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Cîhad veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama Kongreya Star Şehnaz Hemê axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên li ser çiyayên Xakurkê û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kirin û wiha anî ziman: "Dagirkeriya Tirkiyê bûye mîna maran û derbasî herêmên me bûye. Armanca wê ew e ku gelê Kurd û nasnameya kurdî qir bike."

Paşê hevserokê navçeya Amûdê Abdullah Ehmo wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şaneyên xwe yên veşartî zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişewitîne. Armanc dike ku aramiya aboriya herêmê tevlihev bike."

Abdullah Ehmo di dawiyê de êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kir.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bi rihê serhildana Şêladizê em ê dagirkeriyê têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, meclisa navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Meş li Qada Azadî veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê meclisa navçeyê Abulrehîm Hiso axivî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Her wiha Abdulrehîm Hiso bang li hemû pêkhateyan kir ku li dijî siyaseta Tirkiyê ku herêmê ber bi şer ve dibe, bisekinin.

Di dawiyê de Abdulrehîm Hiso bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û gundewarên li navenda bajarokê Til Koçer kom bûn û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê, meşek li dar xist.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Bi rihê serhildana Şêladizê em ê dagirkeriyê têk bibin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên şerzarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li navenda bajarok dîsa kom bû û veguherî mitîngê. Di mitîngê de yek ji rêveberên Kongreya Star Zilfa Bedro axivî û êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her wiha binpêkirinên li dijî gelê Efrînê û xwezaya wê, şermezar kir.

Zilfa Bedro destnîşan kir ku bê dengiya hiikumeta Iraqê her wiha hêzên Başûrê Kurdistanê der barê rola wan di binpêkirinên Tirkiyê de pirsan li gel mirov çêdike. Di dawiyê de Zilfa Bedro bang li hiikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo sînor ji kiriyarên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê û Efrînê were dayîn, di nava xebatê de bin.

Paşê ji rêveberên Meclisa Navçeya Çilaxa Şafî Nezal jî axivî û got sîstema Tirk a faşîst dixwaze îradeya gelan bikuje lê dîrok tekez dike ku her çiqas zalim zilma xwe zêde bikin ewqasî gel bi mafên xwe ve têne girêdan û berxwedana gelên azadîxwaz li tevahî cîhanê dê bi ser bikeve.

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî bi dawî bû.

DÊRIK

Şêniyên Dêrikê bi heman armancê li Qada Azadî kom bûn.

Şêniyan pankartên bi nivîsa "Bi rihê serhildana Şêladizê emê dagirkeriyê têk bibin, Biradostê biprêzin û Efrînê rizgar bikin." Hildan.

Di çalakiyê de yek ji rêveberên Kongreya Star Fatma Silêman der barê êrîşên dewleta Tirk de wiha axivî:"Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar dikin. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de teknîka pêşketî bikar diêne, nikare li hember hêzên me li Xakurkê bisekine û derbeyên giran ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) dixwe."

Her wiha endamê Meclisa navçeya Dêrikê Hesen Hemze axivî û diyar kir ku destkefiyên ku gelê Rojava bidest xistine, serkeftina berxwedana Leyla Guven û rêhvalên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kir û wiha got: "Em êrîşên dermirovî şermezar dikin û emê heta bidawîkirina adagirkeriyê têbikoşin."

Hemze got divê Kongreyê Yekîtiya Kurdistanê were lidarxistin û dê bibe çareseriya êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê şermezar kirin.

Meş ji ber navenda ciwanan a navçeyê dest pê kir. Meş li qada şehîdan veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Sozdar Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şermezarkirin. Her wiha hat gotin dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike lê hemû hewldanên wê têk diçin û ev hemû bi saya îrade û berxwedana gelê Kurd e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bêdengiya hiikumeta Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin û hat gotin ev tê wateya ku hiikumeta başûr li dijiî gelê Kurd alîkariyê dide hiikumeta Tirkiyê û hat destnîşan kirin ku mirov dikare bêje ku ew hemû êrîşan bi rêve dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku li dijî êrîş û binpêkirinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bisekinin û hat gotin divê asta têkoşînê were bilindkirin.

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û banga yekitiya gelê Kurd, bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din