Bertekên gelêrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde dibin.
Li kantonên Kobanê û Girê Spî gel li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirkiyê çalakiyên mertalên zindî didomînin.
Çalakiya mertalên zindî ya gelê Kobanê ya li gundê Qeremox ê li ser sînor di roja 4’emîn de û çalakiya li gundê Ziyaretê li ser sînor di roja 2’yemîn de bê navber didome.
Di bin konê çalakiyê ya li gundê Qeremox de gelek axaftin hatin kirin. Endamê rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Til Xezal, Ehmed Misto got: "Gefên Tirkiyê ji bilî şerê taybet ê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê tu tiştî destnîşan."
Hevserokê Şaredariya Gel a Celebiyê Kirdo Xelîl jî anî ziman ku ew ê bi sîngên bilind li hember gefên dewleta Tirk disekinin û bi her awayî destwerdana Tirkiyê li herêmê red dikin.
Kirdo wiha domand: "Gelên li ser vê xakê bi ewle û biratî dijîn. Ji lew re armanc ji gefên Tirkiyê ew e ku fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derxîne û aramî û ewlehiya tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xira bike."
Hin kesên beşdarî çalakiyê bibûn, nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin û gotin, pêwîste dewletên banga parastina mafên mirovan dikin erka xwe ya mirovî li dijî zêdegaviyên Tirkiyê pêk bînin. Her wiha destnîşan kirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle ne.
Her wiha çalakgeran bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanên Tirkiyê di herêmê de bi dawî bikin, bi taybet êrîş û gefên wê yên li ser Minbic û Til Rifetê.
(fr)
ANHA