Gelê Kurd hêvî dike ku merheleya duyemîn a diyaloga kurdî-kurdî jî biserkeve

Gelê Kurd serkeftina merheleya yekemîn a diyaloga kurdî-kurdî pîroz kir û hêvî kir ku merheleya duyemîn jî bi serkeve.

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) Mezlûm Ebdî bi twwitekê destnîşan kir ku merheleya yekemîn ji diyaloga kurdî-kurdî bi serkeftinê derbas bû û dest bi merheleya duyemîn hat kirin.

Ev pêngav e yekemîn e di navbera hêz û aliyên Kurd de ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de ye, her wiha vê pêngavê hêviyek û xweşbîniyan li gel kolana kurdî ku serketina diyalgo û pêkanîna yekitiya Kurd dişopîne, afirand.

Şêniyê bi navê Ilwan Elî ji navçeya Tibespiyê ye spasiya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê kedên ji bo pêkanîna nêzbûna aliyên siyasî de kir û wiha got: "Bi nêrîna min ev qas dem ji bo pêkanîna yekitiya Kurd ne hewce ye, niha gelê Kurd bi nefeseke aram li benda pêkanîna yekitiyê ye û çi derengî hebe ne ji bo berjewendiya wê ye."

RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ Û YEKITÎ JI GIRÎNGITIRÎN DAXWAZÊN KOLANA KURDÎ YE

Elî destnîşan kir ku ji girîngtirîn daxwazên gelê Kurd dîtina rizgarkirina herêmên dagirkirî wek Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye û partiyên siyasî li gorî vîna gelê Kurd û nêrînên wan tev bigerin.

Elî diyar kir ku gelê Kurd di zilm û binpêkirinan re derbas dibe û wiha anî ziman: "Dîmena dawîn a ji Efrînê ku li ser tevna civakî belav bûye ya der barê jinên tazî li girtîgehên milîsên dewleta Tirk a dagirker yên qaşo bi navê Itîlafa Sûrî pir bi êş in. Ji lewre divê hêz û partiyên siyasî yekitiya xwe çêbikin û berjewendiyên takakesî û partîtî bidin aliyekî ku mafên gelê Kurd li Sûriyê û cîhanê misoger bikin."

Li aliyekî din jî Sebah Wehîd hêvî kir ku merheleya duyemîn ji diyalogên di navbera hêz û partiyên Kurd de mîna ya yekemîn bi serkeftinê derbas bibe û wiha got: "Gelê Kurd pir êş kişandine û bes e penaber û koçbertî."

Sebeh diyar kir ku hin partiyên siyasî demê dirêj dikin û ji wan hêvî kir ku gavên durist biavêjin û wiha pê de çû: "Bibin yek da ku keda şehîdan vala neçe."

Zekî Misto jî hêvî kir ku  civînên bê yên di navbera partiyên siyasî de bi awayekî erênî mîna serkeftina merheleya yekemîn derbas bibe û wiha bi dawî kir: "Ev daxwaz a tevahî gelê Kurd e, divê partî û hêzên Kurd bi dijmin re nebin alîkar. Em ji sed salan ve diêşin, çima dê destê xwe nedin hev du û bi dijmin re bigirin?"

(fr)

ANHA


Mijarên Din