Gel li aqûbeta windayên xwe dipirsin

Di nava 9 salên aloziya Sûriyê de bi hezaran kes winda bûn û ta niha aqûbeta wan ne diyar e. Xizmên windayan dixwazin çarenûsa windahiyên xwe bizanin. Lê heta niha bersiv negirtin.

Li gorî biryara bi hejmara (65/169) ya Neteweyîn Yekbûyî 24‘ê Adarê wekî roja cîhanî ya zanîna rastiyên girêdayî binpêkirinên li dijî mafên mirovan û rêzgirtina kerameta qurbaniyan tê naskirin.

Di 24‘ê Adarê 1980‘an de Monsignor Oscar Arnulfo Romero yê ji Salvadorê  hate kuştin. Ji ber karê bi nirx ê Monsignor di parastina mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê de her wiha têkoşîna wî ya li dijî hemû cûreyên tundiyê ku Neteweyên Yekbûyî îtîrafê pê dike, ev biryar da.

Di lêkolînekê de ku Komîsereya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2006‘an de amade kirbû tê got: "Mafên naskirina rastiyên derbarê binpêkirinên mafên mirovan û sedemên wê, şert û mercên bêkanîna van binpêkirinan mafekî bêalî û serbixwe ye."

ŞERÊ LI SÛRIYÊ..SIVÎL DIBIN QURBANÎ

Şoreşa Sûriyê di 15‘ê Adarê 2011‘an dest pê kir. Ji ber destwerdana  derve bi taybet Qeter û Tirkiyê yên ku komên çete ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê ava kirin şoreşa aştiyane veguherî şerekî çekdar navxweyî, di encamê de krîzek bi xwe re anî.

Di van şeran de sivîl berdêl didin. Di şerê ku ev 9 sal in dewam dike bi hezaran sivîl hatin  kuştin, înfazkirina bê dadgeh, girtin, revandin û windakirin, bêyî ku agahî ji wan werin girtin.

Dewleta Tirk destpêkê wekîlên xwe yên ji komên çete di şerê li Sûriyê de bi kar anî, lê di 24‘ê Tebaxa 2016‘an bi artêşa xwe derbasî Sûriyê bû û komkujî pêk anîn. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di encamên êrişên dijwar de dagir kirin de bi hezaran sivîl revand ku ta niha aqûbeta gelekan nayê naskirin. Li herêmên din jî wekî Bab, Cerablus û Ezazê gelek sivîl qetil kirin û revandin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di nava 9 salên aloziya Sûriyê de 116 hezar û 86 sivîlan (80 hezar û 307 mêr, 22 hezar û 75 zarok, 13 hezar û 704 jin) hatin kuştin.

SOHR, diyar kir ku 16 hezar û 163 sivîlên Sûrî di girtîgehên rêveberiya dewleta Sûriyê de ne, ji wan 15 hezar û 974 mêr û ciwan in, 125 zarok, 64 jin in.

Li aliyekî din jî bi hezaran girtî û winahî li cem hêzên din in ên ku beşdarî şerê li Sûriyê bûn wekî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li xwe dikin û çeteyên Cebhet  El-Nusra û DAIŞ‘ê ya ku beriya salekî di aliyê erdîngarî de bi dawî bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi belge dike. Li gorî rêxistinê rêjeya binpêkirinên li dijî jinan ji kuştin, revandin û êrişa cinsî ji sedî 30‘î ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê qetilkirina zêdetirî 50 jin, revavandin û êrişa cinsî ya li dijî 60 jinan belge kir. Ev belge xwe dispêrin şahidên ji niştecihên Efrînê yên ku ji ber sûcên dagirkeran reviyane.

Ji bo jinên hatine revandin, rêxistinê diyar kir ku zêdeyî hezar jin ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve yên navê polîsên leşkerî li xwe dikin hatin revandin ku heta îro çarenûsa wan ne diyar e. Hin jinên hatine revandin piştî ku malbatên wan fidiye dan hatin berdan.

Li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî li gorî çavkaniyên pê bawer ku ji bajar dane, 30 jin rastî êrişên cinsî hatine. Ji wan 5 Çeçen, 2 Kurd û 23 jî pêkhateya Ereb in.

Ji hovîntirin sûcên dagirkrean qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12‘ê Cotmeha 2019‘an de.

WELATÎ DIXWAZIN AQUBETA WINDAYAN BIZANIN

Welatiyê bi navê Salim El-Beşît ê ji bajarê Reqayê ye, dibêje: “Birayê min Mehmûd leşkeriya hikumeta Sûriyê dikir, ji sala 2012‘an ve me tu xeber jê tune. Her wiha 3 pismanên min (Xelef Elî El-Beşît, Îsa Elî El-Beşît û Remedan Ebas El-Hetaş) jî ji 5‘ê Îlona 2013‘an ve windayî ne.”

Welatiyê bi navê Emar El-Elî yê ji bajarokê Hizîmê yê gundewarê Reqayê diyar kir ku kurê wî sala 2016‘an bi tewana ku têkiliyên wî bi QSD‘ê re hene ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatiye girtin.

Emar bang li rêxistinên navnetewî û mafên mirovan kir ku ji bo diyarkirina çarenûsa xizmên wan tevbigerin û got: "Dema kurê min girtin ew xistin dozgeriya leşkeri. Piştî 3 mehan êdî me agahî jê negirt. Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ‘ê agahî ji me re hat ku hinek girtî di nexweşxaneya zarokan a bajar de hatine dîtin. Lê mixabin ew ne di nav de bû."

Welatiya bi navê Xanya Kurdî ya ji bajarê Kobanê ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî got: “Ji sala 2012‘an hevserê min Hişman Mişo (56) winda ye. Hevserê min hemal bû. Rojekê alavên malan vedihest herêmên di bin serweirya koma çeteya ya bi navê El-Heyanî, bê sedem hate girtin. Min li her deverê li hevjînê xwe geriyam û serî li komên çete da. Lê min tu agahî wernegirt, herî dawî me agahî girt ku çeteyan hevserê min şandine bajarokê Hirêtan ê bakurê rojavayê Helebê.”

Xaniya Kurdî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku çarenûsa hevserê wê diyar bikin û ji bo rizgarkirina hemû girtî û windahiyan bixebite.

Tevî ku alozî derbasî sala xwe ya 10‘an bûye lê heta niha nîşaneyên çareseriyê diyar nebûn. Ev yek wê dide nîşandan ku  kuştin, wêrankirin, koçberkirin, revandin û windakirina bi zorê dê berdewam bike.

ANHA


Mijarên Din