‘Gel li benda yekitiya partiyan e‘

Endamên PYD‘ê got gelê Kurd bi salan e li benda yekitiya partiyan e. Endaman bang li partiyên bi dewleta Tirk re hevkar kir ku destê dijmin berdin û ji bo berjewendiyên gelê xwe bixebitin.

Di demekê de ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîş têne kirin û pêwîstî bi yekitiya refa kurdî heye, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK-Rojava) bi armanca avakirina yekrêziya refa kurdî di nava tevgerê de ye û bi hemû partiyan re hevîtinan dike.

Lê hindek partiyên Kurd hewl didin lidarxistina konferansa ku tê payîn di meha Îlonê de li dar bikeve, asteng dikin. Ji ber ku bi aliyên derve yên ku li dijî berjewendiyên kurdî kar dikin, girêdayî ne. Tevî wê jî berjewendiya partiyetiyê ya teng li ser berjewendiya kurdî digirin.

Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di civîna ku di 1`Çileyê de li dar ketiye, dest bi insiyatîfa yekitiya xîtaba kurdî kir. Civîn ji hêla şaxê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Rojava ve li dar ket. Plana KNK‘ê ew bû ku tevahiya aliyên siyasî li ser maseya diyalogê bê şert rûnin.

Ev pêvajo ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke gelekî girîng e. Gelê herêmê hewl dide trajediya ku di encama siyasetên pergalên ku herêmê bi rê ve birin de dijîn, biguhere. Ev pergal tevahiya cureyên nîjadperestî û zordestiyê di dirêjahiya serdeman de li ser gelê herêmê meşandin.

Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Hesekê Hisên Berî ji ajansa me re axivî û got: "Ji destpêkê ve em ji bo azadî, yekitî û xilasiya gelê me ji zilm û kuştinê dixebitin."

Berî wiha domand: "Bi awayekî bingehîn em yekrêziya refa kurdî li tevhiya axa Kurdistanê dixwazin, ji ber ku em ji bo tevahiya gelê xwe kar dikin. Hindek partiyên kurdî yên ku nagihîjin asta partiyên ku daxwazên gelê xwe û yekitiya wî pêk bûnin, hene."

Berî destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ji ber tunebûna sîwanekê ji hemû partiyên kurdî, tunebûna fikreke yekbûyî û pêşketina fikrê eşîrtiyê partiya yekemîn a di sala 1957`an de ava bûye, parçe bû û bû 35 partî. Berî wiha pê çû: "Lê ji destpêka avakirina partiya me ve, em dixwazin yekrêziya refa kurdî ava bikin. Ji  ber ku bi yekitiyê em bi ser dikevin. Em li gorî daxwazên gelê kurd dixebitin."

Di nav gotinên xwe de Hisên Berî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji her salî ve li hember doza Kurd disekine û wiha domand: "Mixabin hindek partiyên kurdî alîkariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di her gavekê de dikin. Em ji wan re dibêjin şoreşa me berdewam e. Em bang li wan dikin ku tev li me bibin û di vê pêvajoya hesas de bi hev re kar bikin da ku berjewendiyên gelê Kurd biparêzin."

Ji aliyekî din ve endamê PYD‘ê Ebdulxenî Şiwêş got: "Gelê Kurd ji gelên ku gelek azar ji ber kuştin, qirkirin û koçberkirinê kişandiye. Gelê kurd ji demek dirêj ve yek e. Tenê divê partiyên Kurd bibin yek."

Şiwêş wiha domand: "Di dema ku em diaxivin de balafirên dewleta Tirk a dagirker axa Kurdistanê topbaran dike. Mînaka wê jî Efrîn, koçberkirina şêniyên wê û guhertina demografiya wê ye ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Artêşa Azad û Heyet Tehrîr El-Şam ve."

Şiwêş destnîşan kir ku hindek partiyên Kurd naxwazin yekrêziya refa kurdî pêk were, ev jî diyar e ji ber ku biryarên wan partiyan ji hêla Recep Tayyîp Erdogan ve têne dayîn.

Di berdewama gotinên xwe de Şiwêş îşaret pê kir ku hindek partî alîkariya dewleta Tirk a dagirker di dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê de kirin. Destê wan partiyan di dagirkirina Efrînê û kuştina şêniyên wê de heye.

Her wiha Şiwêş anî ziman: "Hindek partiyên ku gotinên mezin ji bo yekrêziya refa Kurd dibêjin, li dijî vekirina dibistanên bi zimanê kurdî sekinîn. Gelo dê çawa ji bo yekitiya kurdî kar bikin?"

Di dawiyê de Şiwêş got: "Rêya ku me şopandiye em ê bigihînin dawiyê. Em li benda kesên ku xwe firotine dijmin, namînin. Ji ber ku eger derfet ji wan re çêbe dê van gavên mezin ku me avêtine, asteng bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din