Gelê Misrê deng dide referanduma destûrê

Welatiyên Misrê yên li hundirê welat, dest bi dayîna dengên xwe ji bo referanduma guhertina destûrê kir.

Ji îro heta 3 rojên din welatiyên Misrê dê dengê xwe bidin referanduma (rapirsîn) destûrê. Li gorî guhertina destûrê Ebdulfettah El-Sîsî dê heta 6 salan serokatiya welêt bike.

Li gorî lîsteyên Desteya El-Weteniyê ya hilbijartinan, dê 62 milyon kes dengên xwe bidin. Tê payîn ku encamên hilbijartinan di 27`ê Nîsanê de bên ragihandin.

Ev hefteyek e li kolanên Qahîreyê û bajarên din bi pankartên ku banga dengê "Erê" ji guhertinên destûra 2014`an dike, her wiha hemleya "Erê" yên reklaman di rojnameyan de belav bûne.

Di guhertinên destûrê de, dê serokatiya El-Sîsî heta 6 salan dirêj bibe anku heta 2024’an. Ew dikare piştî wê yekê jî careke din xwe hilbijêre da ku serokatiyê heta sala 2030’an bike.

Her wiha mafê serok heye ku serokên Desteya Dozgeriyê û serokê Dadgeha Destûrê û cîgirê giştî diyar bike, di guhertinan de rêjeya jinan ji sedî 25 di parlemanê de hate diyarkirin.

(jo)


Mijarên Din