‘Gel nayê xapandin û grev nameyeke ku gelê Kurd hezkiriyê aştî û biratiyê ye’

Siyasetmedaran tekez kirin ku gel bi kiryarên Tirkiyê yên hewldana bibawîkirina çalakiya grevê nayê xapandin. Her wiha dane zanîn ku çalakgerên grevê nameyeke ku gelê Kurd hezkiriyê aştî û biratiyê ye û armanca wî azadî ye.

Dagirkeriya Tirk bi rêya hiştina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hedef dike ku grevên birçîbûnê yên bi serkêşiya parlamenter Leyla Guven û bi hezaran şêniyên gelê Kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê û dewletên Ewropî, bi dawî bike.

Di çarçoveya armanca Tikiyê di vê mijarê de, siyasetmedaran ji ajansa me re axivin û dane zanîn ku Tirkiyê ketiye çiraveke ku nikare jê derkeve.

Xorxîn Hemze endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû Kurdî li Sûriyê got: "Tecrîda ku dewleta Tirkiyê li dijî Abdullah Ocalan ferz kiriye ew e ku kînek kûr û dîrokî ya faşîsta Tirkiyê li dijî gelê Kurd e. Ji lewre hewl dide serweriya herêmê bike û bi wê re jî dixwaze hewldanên çareserkirina doza Kurd têk bibe."

Xorxîn diyar kir ku hikumeta Tirkiyê îdîa dike dê tecrîda li dijî Ocalan rake û wiha domand: " Lê bi rêya îdîayên xwe hedef dike gel bixapîne û bihedrîne da ku grevê bi dawî bike. Lê ev xapandin jî di ser gelê me yê zindî û hişyar ku paşxaneyên hikumeta Tirkiyê ya xapînok û derewker dizane, derbas nabe."

Di berdewamiya axaftinê de Xorxîn bal kişand ser ku çalakgerên greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîdê ketine grevê, dê bibin nimûneyek di dîrokê de, ji ber grev ji yek metodên têkoşînê li dijî faşîzmê ye û yê dê bandorê li ser raya giştî ya cîhan jî bike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirkiyê ketiye çiraveke mezin û nikare jê derkeve, ji ber xewnên wan vegerandina dewleta Osmanî bû, lê ev yek jî ew ber bi bendeke girtî ve bir."

Di dawiyê de Xorxîn banga yekitiya gelê Kurd kir ku fişareke mezin li dijî hikumetên herêmî û navnetweyê ava bikin da ku li rex we bisekinin û mafên gelê Kurd bên standin.

Ji aliyê xwe ve jî çalakvanê siyasî yê ji bajarê Serêkaniyê Mihemed Cezaa bal kişand ser ku hedefa dagirkeriya Tirk ji dîlgirtina Ocalan kêmkirina fikra gelê Kurd di kesayeta rêbertiyê de ye û wiha domand: "Dewleta Tirk bi rêya dîlgirtina Ocalan û ferzkirina tecrîdê xwest ku gelê Kurd qir bike."

Cezaa wiha lê zêde kir: "Tecrîd bi xwe di têgeha dîktator û faşîstan de tê wateya kuştinê. Lê dewleta Tirkiyê dikare deryayê ziwa bike, lê nikare masiyekê bigire. Tecrîda ku hikumeta AKP’ê li dijî Rêber Ocalan ferz kiriye nikare çalakiyên têkoşîna gelê Kurd li hemû parçeyan, sînodar bike."

Cezaa dît ku hiştina parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re cureyek jê yên xapandina Tirkiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevahî xapandinên Erdogan leztir eşkere dibin. Hewl dide hin kesan ji gel bixapîne ku dê tecrîda li dijî Ocalan rake."

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Navendî ya Patiya Demokratyî ya Kurdî li Sûriyê"El-Partî" yê Serêkaniyê Şewket Berazî da zanîn ku çalakgerên greva birçîbûnê di şoreşa xwe de heta pêkanîna armancên xwe bi israr in, ji ber bi rêya grevê nameyekê rêdikin ku gelê Kurd hezkiriyê aştî û biratiyê ye û armanca wî hem jê re û hem ji bilî wî re azadî ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din