Gelê Qamişlo du şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û endamên hêzên leşkerî bi diruşma ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd’ şehîd Mihemed Umer û şehîd Abdulwahîd Abdulselam oxir kirin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, şervanên Hêzên Xwe Parastinê û endamên Asayîşê şehîd Mihemed Umer û şehîd Abdulwahîd Abdulselam oxir kirin. Şehîd Abdulwahîd ê ku şervanê Hêzên Xweparastinê di 6’ê Hezîranê di teqînek ku li Dêrazorê de şehîd bûbû û şehîd Mihemed Umer ê endamê Hêzên Hawarî di 7’ê Hezîranê, di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûbû, li goristana Şehîdan a Delîl Saroxan hatin definkirin. 

Merasima şehîdan bi rêzgirtinê destpê kir, şervanên Hêzên Xwe Parastinê û endamên Hêzên Hawarî torenek leşkerî lidar xistin.

Piştî torenê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulezîz Osman axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Em bi saya keda şehîdan gihiştine vê astê û me ev destkeftî bi saya keda şehîdan bidest xistine. Em ê bi berxwedana şehîdan bigihin azadiyê.”

Yek ji rêveberên hêzên Asayîşê Dilbirîn Qamişlo jî axivî, sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soz da ku dê li ser rêya şehîdan bimeşin heta azadiya Kurdistanê.

Piştî axaftinan bawernameya her du şehîdan hat xwedin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre şehîd di nava druşma ‘Bi xwîn bi can em bi te re ne ey şehîd’ û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.

Dê sibe konê sersaxiyê li ber goristana Şehîd Delîl Saroxan bê vedan.

(bm)

ANHA


Mijarên Din