Gelê Qamişlo: Hesab ji kesên ku ji yekitiya neteweyî direvin, bixwazin

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û berjwendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin, her wiha hesab ji her kesî ku ji yekitiya nîştimanî xwe dide aliyekî, bixwazin.

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û ji partiyên siyasî yên kurdî li Bakur û Rojihlatê Sûriyê daxwaz kir ku dest ji nelihevkirinên xwe yên partiyetî yên teng berdin û yekitiya nîştimanî ya kurdî û lêvegereke siyasî ya kurdî ya giştî ava bikin.

Meşê ji Çerxerêya Şerq a li aliyê rojava yê bajarê Qamişlo dest pê kir û bi hezaran şênî, nûnerên partiyên siyasî yên kurdî tev lê bûn. Partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) beşdarî meşê nebûn.

Meşvanan pankartên "Bibin yek, ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek" û "Yekitiya helwesta kurdî girîngiyeke nîştimanî ye", her wiha wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusrayê de canê xwe feda kirin, her wiha alên partiyên kurdî rakirin.

Beşdaran sloganên "Bijî yekitiya nîştimanî ya kurdî" û "Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd" berz kirin. Her wiha bang li partiyên kurdî kirin ku dûrî nelihevkirinên xwe yê partiyetî yên teng bikevin û berjwendiya gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin. Her wiha hesab ji her kesî ku xwe ji yekitiya nîştimanî didin alî, bixwazin.

Meşvan li Çerxerêya Sonî ya li navrasta bajarê Qamişlo sekinîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, sekertêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesradîn Ibrahîm daxuyaniya ku 26 partiyên siyasî yên kurdî derxistibûn, xwend. Di daxuyaniyê de 26 partiyên tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê banga lidarxistina hevdîtineke giştî ya bêyî şert kirin da ku mijarên taloqkirî nîqaş bikin û bi berpirsyariyeke mezin çareseriyên rasteqîn bibînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din