Gelê Qamişlo: Tirkiye êrîşî hêzên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirine, dike

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbatên her 5 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) re xwest, êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û liva li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku dewleta Tirk êrîşî hêzên li dijî DAIŞ`ê şer kirine, dike.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û liva li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Çerxerêya Osman Sebrî ya li rojhilatê bajêr e, meşek li dar xist.

Paşê girseya gel, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, kesayetên olî û welatparêz, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokatîk a Herêma Cizîrê, nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyan li ber bi konê sersaxiyê yê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li kantona Qamişlo li yarîgehê hate vedan, çûn.

Tê zanîn ku gerîlayên HPG’ê Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrullah Dursun), Navdar Sînegir (Mîkalî Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Feraşîn (Celal Ozturk) di encama êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, di 21`ê meha Adarê de şehîd bûbûn.

Qada yarîgehê (stad) bi wêneyên şehîdên navborî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Şoreşa Rojava û bi gulan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Efram Îshaq axivî û bal kişand ser piştî şoreşa Sûriyê gelek dewletan ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kir û wiha anî ziman: "Van dewletan, di serî de Tirkiyê, ji bo xêr û bêra li Sûriyê bi taybet li herêmên me, ne ji bo parastina gelên Sûriyê destwerdan kirin û dema parastina gelê Sûriyê jî kirin, li xweşiya van dewletan nehat."

Îshaq di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwediyê vê xakê û doze ne, em li ser bingeha biratiya gelan û fikra rêberê felsefeya neteweya demokratîk ê ku em fêrî aştiyê kirin û dûrî şer kirin, bi aramî dijîn, em ji bo hebûna xwe û herêmên xwe şer dikin û em ê parastina destkeftiyên xwe ji terorê û gefên ku hewldanan têkbirina aramî û ewlehiyê dikin, bikin."

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Masûm Hesen sersaxî ji her pênc malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman: "Em bejna xwe beramberî şehîdên canê xwe di oxira parastina vê xakê ji terorê de dane ditewînin."

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yunis jî axivî û êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û komkujiya der heqê gelê Kurd de pêk tîne, red kir û wiha got: "Armanca Tirkiyê ji êrîşên herî dawîn ên li ser Başûrê Kurdistanê û xurtkirina hêza li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tunekirina hebûna gelê Kurd e."

Tê payîn ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo heta saetên şevê pêşwaziya gel bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din