Gelê Sûdanê 2 roj e li ber Navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê kom bûye

Bi hezaran sûdanî di roja duyemîn a xwepêşandanan de li ber Navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê ya Xertûmê kom bûn û dirûşmên li dijî hikumeta serok Omer El-Beşîr berz kirin.

Xwepêşandêran dirûşmeyên "Aştî, edalet û azadî" berz kirin. AFP`ê ragihand ku hin xwepêşandêran bi keviran pira ku Xertûm û taxa Behrî bi hev ve girê dide, girt. Ev yek jî bû sedema zehmetiya çûn û hatinê.

Bi hezaran sûdanî roja şemiyê beşdarî meşa herî mezin a li dijî hikumetê bûn û gihaştin Navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê. Artêşê destwerdan nekir, lê polîsan bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandêran kir da ku belav bibin, lê hin kesan kevir avêtin wan.

Komîteya Bijîşkên Navendî ya Sûdanê ragihand ku di xwepêşandanên ku şevê din li Xertûm û bajarên din li dijî hikumeta serok Omer El-Beşîr hatin lidarxistin de, 5 kes hatin kuştin. Berpirsan ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên ji ber buhabûna nirxê nan, di 19`ê Kanûnê de, 32 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Human Rights Watch jî diyar kir ku hejmara kuştiyan 51 e, di nav de zarok û karmendên tenduristiyê jî hene.

(jo)


Mijarên Din