Gelê Sûdanê ji bo xwepêşandanan xwe amade dike

Tê payîn ku xwepêşandan û meş li gelek bajar û wîlayetên Sûdanê bi minasebeta salvegera serhildana sala 1985’an a li dijî pergala serok Cefer El-Nemîrî bên lidarxistin. 

Erebiyê Net ragihand ku kesên ku xwepêşandinê li dar dixin, bang li gel kir ku tev li xwepêşandana daxwazên wan ên jinûveavakirina dewletê di aliyê civakî, aborî û siyasî û bidawîkirina pergala heyî de bibin.

Serokê Sûdanê Omer El-Beşîr şevê din destnîşan kir ku diyalog rêya herî rast, lez û tekane ye ji bo daxwazên gelê Sûdanê. El-Beşîr bang li gelê Sûdanê kir ku bi rêya hilbijartinan berpirsên xwe hilbijêrên, ji ber ku tekane rêya gihandina desthilatê ev e.

Her wiha serokê Sûdanê bi rêya axaftina xwe li pêşiya Komîteya Hevkariya Diyaloga Neteweyî şevê din destnîşan kir ku destpêkê dê bi rêya qanûna hilbijartinan be, ji ber ku nûnertiya giştî gelê Sûdanê dike û tekez kir ku ew amade ne ku deriyê diyalogê der barê hemû dozan de vekin û bigihîjin îtifaqekê.

Ji 19`ê Kanûnê ve li Sûdanê xwepêşandan dijî El-Beşîr ji ber zêdebûna bihayê tiştan pêk tên.

(jo)


Mijarên Din