Gelê Serêkaniyê du cangoriyên azadiyê oxir kirin

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Heyder Mihemed Seîd (Dilo) û Şêxmûs Abdullah (Izraîl) ên di 15-18‘ê Tîrmehê de di operasyona li dijî şaneyên DAIŞ‘ê de li Baxozê şehîd bibûn li goristana Şehîdên Serêkaniyê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê cenazeyên şervanên QSD‘ê Heyder Mihemed Seîd (Dilo) û Şêxmûs Abdullah (Izraîl) ên di 15-18‘ê Tîrmehê de di operasyona li dijî şaneyên DAIŞ‘ê de li Baxozê şehîd bibûn ji nexweşxaneya Roj a bajêr wergirtin û bi kerwanekî berî dan goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya li taxa Zerdeşt. Girse bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz dikir.

Li goristanê piştî deqeya rêzgirtin, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn û bi navê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê fermandar Îmad Serêkaniyê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û heta gotin ku pêngavên şervanan ên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê berdewam in. Hate gotin ku bi saya şehîdan gelê herêmê di nava aramî û ewlehiyê de ne.

Malbatên şehîdan jî diyar kirin ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û dê xeta wan bişopînin.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din