Gelê Serêkaniyê li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan

Kongreya Star bi hevakriya Meclisa Serêkaniyê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, şermezarkirina kiriyarên dewleta Tirk ên li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê, meşek lidar xistin.

Bi sedan şênyên navçeya Serêkaniyê û Zirganê bi armanca piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, şermezarkirina  lêkirina dîwarê parçekirin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meş bi dirûşmeya "Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" meşek lidar xistin.

Çalakger li pêşiya avahiya Meclisa bajarê Serêkaniyê kom bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û pankartên bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Tu kes nikare îradeya me bişkîne’ hatin hildan.

Meş li hemû kolanên bajêr geriyan û ber bi çerxerêya şehîdan ve çû. Di meşê de dirûşmeyên azadiya Rêber Ocalan û silavkirina berxwedanê hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya şehîdan veguherî mitîgnê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Fadiya Îbrahîm axivî û got ew bi saya berxwedana girtiyên di zindanan de li dijî terorê sekinîn.

Fadiya di axaftina xwe de kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike, şermezar kir. Her wiha destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi serkeftinê ve diçin û soz da gelê Efrînê ku ew ê bi ser bikevin.

Di dawiyê de Fadiya got kesê ku dixwaze li dijî wan komployan pêk bîne, gelê hermê bikuje, gelê Sûriyê parçe bike tu carî nikare îradeya gelê azadîxwaz bişkîne.

Mitîng bi dirûşmeyên azadiya Rêber Ocalan û silavkirina berxwedana greva birçîbûnê bibawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din