Gelê Sûriyê di navbera binpêkirinên Tirkiyê û paşguhkirina qanûna navdewletî de maye

Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, binpêkirinên cuda li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Tevî ku ew binpêkirin li dijî rêgezên qanûna navdewletî ne, lê heta niha tu aliyek bang li Tirkiyê nekiriye da ku wan binpêkirinan rawestîne.

Parêzer û endamê Yekîtiya Parêzeran a Kobanê Azad Ebdî got: “Kiryarên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî rêgezên NY`ê li dijî qanûn û hevpeymanên navdewletî ne.

Tirkiye çekên li ser asta navdewletî hatine qedexekirin, bikar tîne. Şêniyan dide koçberkirin, çeteyan li şûna wan bicih dike, demografiya herêmên Sûriyê diguherîne û avê qut dike, ruxmî ku ji mafê herêmê avê bidest bixe."

Azad Ebdî destnîşan kir ku pêwîste Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî li hember van kirinên Tirkiyê berpirsyariyên xwe bîne cih û qanûnên navdewletî li ser Tirkiyê pêk bîne.

Li gorî dîmen û birînên qurbaniyên êrişên Tirkiyê li dijî bajarê Serêkaniyê ên ku şewitîne, Tirkiyê di êrişên xwe de di Cotmeha par de çekên qedexekirî bikar anî. Bijîşkan got dibe ku ew birîn di encama bikaranîna Tirkiyê de fosfora spî ye.

Her wiha Tirkiyê 300 hezar kes ji Serêkaniyê û zêdetirî 75 hezar kes ji bajarê Girê Spî da koçberkirin. Tevî wê jî bi dehan sivîl kuştin û gelek mal jî wêran kirin.

Ji wê zêdetir Tirkiyê bi zanabûn agir bi zeviyên cotkarên Kobanê, Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê xist.

Bi destpêkirina Gulanê re asta ava çemê Firatê yê ku di nav axa Sûriyê diherike bi rêjeya ji sedî 60 kêm kir. Tirkiyê di dirêjahiya 4 salan de ev du car in jiyana bi milyonan sivîlan dike xeteriyê û ji avê mehrûm dike.

Ebdî destnîşan dike ku ger dewletên têkildar li hember binpêkirinên Tirkiyê li dijî sivîlan nalivin û bêdeng bimînin, ev tê wateya ku ew bi Tirkiyê re di vî warî de şirîk in.

Azad Ebdî di dawiyê de got: "Divê hikumeta Sûriyê ya ku berpirsa rewşa Sûriyê ya niha û endamê NY`î ye li cem dadgehên navdewletî û dadgeha cezayê ya navdewletî gilî bike da ku li hember binpêkirinên Tirkiyê yên dermirovî li dijî sivîlan erkên xwe bînin cih."

(şx)

ANHA


Mijarên Din