‘Gelê Sûriyê hebûna dagirkeriya Tirk qebûl nake’

Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê avakirina herêmek “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku Tirkiye qalê dike nirxand û got: “Gelê Sûriyê hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nake.”

Di hevdîtinek taybet de bi ajansa me re endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û serokê Buroya Rêxistinî yê şaxê Minbicê Ibrahîm El-Meşî behsa dîroka herêma “ewle” û avabûna wê kir. Heman demê de El-Meşî sedemên israra Tirkiyê di avakirina herêma ewle de, armancên wê û siyasetên nijadperestî li dijî herêmên Bakurê Sûriyê nirxand.

Di destpêka hevdîtinê de El-Meşî behsa tecrubeyên avakirina herêmên ewle li cîhanê ku di dema şerên navxweyî de, ku di şerê Bosnahersikê pêk hatiye, kir.

El-Meşî diyar kir ku cudahî di navbera herêma ewle ku Tirkiye hewl dide ava bike û herêma tampon de heye û wiha got: “Di herêma “ewle” ya ku Tirkiye qal dike de nabe ku hêzên navdewletî derbasî xaka Tirkiyê bibin, lê Tirkiyê dikare derbasî xaka Sûriyê bibe. Lê di herêma tampon de eger Tirkiyê bi kûrahiya 5 km derbasî xaka Sûriyê bû wê demê hêzên navdewletî dikarin bi 5 km derbasî xaka Tirkiyê jî bibin. Ji ber wê Erdogan herêma tampon red dike û banga avakirina herêma “ewle” dike. Vê yekê jî bi hinceta parastina ewlehiya Tirkiyê dike.”

 El-Meşî axaftina xwe wiha domand: "Ji mafê her dewletekê ye ku ewlehiya xwe di nav sînorên xwe de biparêze. Lê ne ku di nav sînorên dewletên din de."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Meşî tekez kir ku QSD`ê ti guleyek ber bi sînorên Tirkiyê ve neavêtiye û wiha domand: "Em xaka xwe di nav sînorên xwe de diparêzin. Lê Erdogan sînorên dewlet xwe derbas kir û êrîşî herêmên me dike. Em naxwazên bi dewleta Tirk û rejîma Sûriyê re şer bikin. Em aşiqê diyalogê û aştiyê ne.”

Ibrahîm destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya şantaja siyasî hewl dide QSD`ê hêrs bike û wiha axivî: “Bi vê yekê dixwaze berteka QSD`ê bi kar bîne û êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike. Em dikarin xwe kontrol bikin. Em bersîva her gefekî yan jî daxuyaniyên dem demê nadin. Ev daxuyanî ewlehiya Sûriyê tehdîd dikin û çareseriya siyasî asteng dikin."

El-Meşî di berdewama hevdîtinê de girêdayî şantaja ku Tirkiye li hember DYA`yê bi kar tîne wiha got: "Tirkiye ji bo ku avakirina herêma “ewle” bi DYA’yê bide qebulkirin, DYA’yê bi vekişîna xwe ya ji NATO’yê tehdît dike. Em jî mafên xwe yê rewa ji bo parastina xwe û xaka xwe pêk tînin. Mafê rewa di hemû peyman, lihevkirinên navdewletî û baweriyan de hatiye diyarkirin. Em hêvî dikin ku însiyatîfên çareseriya aloziya Sûriyê hebin."

Girêdayî heman mijarê El-Meşî got: "Dibe ku Tirkiye rê bide Rûsyayê ku bikeve Idlibê, beramberî wê jî Rûsya di civînên navdewletî de ji bo avakirina herêma “ewle” piştgiriya Tirkiyê bike.”

Di dawiyê de El-Meşî got: "Gelek zehmet e ku herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bibe. Gelê Sûriyê hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nake. Çareseriya herî guncaw ji bo QSD`ê û dewleta Tirk, çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Siyaseta dagirkerî, guhertina demografîk û siyaseta asîmlekirinê gelek xeter e."

(şx-bm)

ANHA


Mijarên Din