‘Gelek alî hewl didin baweriya di navbera gel û QSD’ê de derbe bikin’

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Deham Setam got “Gelek alî hene ku hewl didin fitneyê bixin navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  projeya neteweya demokratîk û baweriya di navbera gel û QSD’ê de derbe bikin.”

Di rojên dawîn de li herêmên Dêrazorê êriş li dijî rûspî û şêxên eşîrên herêmê pêk hatin. Êrişa dawî li dijî  şêxê eşîra Igêdat Metşer El-Hefel bû. Hinek aliyan QSD tawanbar kir. Ji ber wê jî bertekên siyasî yên hin aliyan bi taybet rejîma Sûriyê û Îranê derketin. Bi wê yekê hewl didin pêkhateyên herêmê yên bi salan e bi hev re dijîn, li hemberî hev rakin.

Li hemberî wan îdiayan di serî de şêx û rûspiyên herêmê, ragihand ku ew wê siyasetê red dikin.

Lêkolînerê siyasî û nivîskar Deham Setam têkildarî bûyerên li herêmê rû dane ji ANHA’yê re axivî. Setam wiha got: "Bi saya Rêveberiya Xweser û QSD’ê piranî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro jiyaneke hevbeş bêyî cudahî didomînin."

Deham Setam helwestên şêxê Meşter El-Hefel ên nîştimanî û piştevaniya ji QSD’ê re û sekna li hember teror û destpotiyê silav kir û got: “Li beramberî van helwestan hin alî çeteyên xwe ji bo hedefgirtina şêxên eşîran şandin ku QSD’ê tawanbar bikin. Her wiha hedefa wan ew e ku li Dêrazorê fitneyê çêkin.”

Setam piştrast kir ku rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker hewl didin projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser derbe bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi wê yekê re dixwazin bi navê hin çeteyên ku navên şêxên eşîran li xwe dikin û girêdayî dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ne, fitneyê têxin nava eşîrên Ereb ên li herêmê û fermandarên QSD’ê. Em şehîdên QSD’ê yên di şerê têkbirina terorê de şehîd bûne, bi bîr tînin. Eşîrên herêmê êşa eşîra Igêdat parve kirin û li gel wê sekinîn. Ev yek rastiyê eşkere dike. Ev yek hevgirtina eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya dike.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din