Gelek fûze ji Xezayê ber bi Israîlê ve hatin avêtin

Vê êvarê ji Xezayê ber bi bajarokên Israîlê yên nêzî Xezayê ve, 4 fûze hatin avêtin. Ji ber topbaranê tu ziyan li aliyê Israîlê çênebûn.

Nûçegihanê me li Xezayê ragihand ku herî kêm 4 fûze ji Xezayê ber bi bajarokên Israîlê ve yên li dora Xezayê hatin avêtin.

Çapemeniya Israîlê jî diyar kir ku pergala parastina asmanî ya girêdayî hêzên artêşa Israîlê du fûze ji bingeha 4 ku bajarokê Sderot li bakurê Xezayê kirinbûn hedef, tune kirin.

Nûçegihanê me balkişand ser ku komên Filistînê heta vê kêliyê berpirsraiya xwe ji bûyerê ranegihandine.

Kanala Kan a Israîlê bi bîr xist ku du moşek li herêmek vekirî ji bajarokên Israîlê li nêzî Xezayê ketine û tu windahî tune ne.

Çapemeniya Israîlê ragihand ku hikumeta Israîlê wê civînek awarte ji meclisa ewlehiyê ya biçûk re(Kabînêt) li dar bixe û rewşa başûr û bakurê welêt nîqaş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din