Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Ocalan pîroz kirin

Bi hezaran şêniyên herêm, bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran û lidarxistina şahiyan pîroz kirin.

Bi dirûşmeya "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û jiyaneke azad bi Apo re bijîn" sedan şêniyên kantona Kobanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê şahiyek lidar xistin.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, TEV-DEM û şervanên YPG`ê û YPJ`ê beşdarî şahiyê bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Ocalan û dayîka wî Uwiş, wêneyên tekoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Doxan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye" hatibû xemlandin.

Di şahiyê de cîgira Hevseroka Meclisa herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û rojbûna Rêber Ocalan li gelên herêmê pîroz kir û wiha got: "Dayîkbûna Ocalan, dayîkbûna gelên bindest ên banga azadihê dikin û jidayîkbûna mirovahiyê ye."

Arîn diyar kir ku divê gelên herêmê şiyar bin, ji ber ku hîna komployên dijmin li dijî îradeya gelên herêmê ji bo şikandina hevgirtinê û hêza wan, didome.

Arîn berxwedana Leyla Guven û hemû grevên birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û rizgarkirina wî ji zindana Îmralî silav kir û da zanîn ku cîhan hemû deyndarê Ocalan e, ji ber bi fikr û felsefeya wî ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhate ji zulmê xelas bûn.

Her wiha Endama Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Fatime Macid axivî û diyar kir ku rojbûna Ocalan rojbûna aştî û azadî ye û wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya Ocalan jinên Dêrazorê ji bindestiyê rizgar bûn û xwe bi xwe nûnertiya xwe dikin û azad dijîn."

Di şahiyê de koma Amara gelek stran pêşkêş kirin, paşê hunermend Rotînda gelek stran pêşkêş kirin û gel dîlan gerandin.

Paşê meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê tablok ku li ser wêneya Rêber Ocalan hatinû xêzkirin, bi boneya rojbûna Ocalan pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê kirin da ku ew jî li mala ya li gundê Elpelûrê bicih bikin.

Qamişlo 

Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Bi rihê 4`ê Nîsanê emê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" rojbûna 70`yî ya Rêber Ocalan li salona Zana ya bajarê Qamişlo pîroz kir. Hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tev li pîrozbahiyê bibûn.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan, wêneyên têkoşer Leyla Guven, ala T  EV-DEM`ê, ala PYD`ê û pankartên bi nivîsa "Rojbûna te roja azadiya gelan e" hatin daleqandin.

Di pîrozbahiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Fatma Casim axivî. Fatma di axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û serkeftina QSD`ê li dijî çeteyênê DAIŞ`ê pîroz kir.

Fatma destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Ocalan rojbûna azadiyê ye, Rêber Ocalan çavkaniya aştiyê ye û wiha anî ziman: "Destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistin mînaka pêkanîna pêşdîtinên Rêber Ocalan di jiyana hevbeş û civaka azad de ye."

Ji rêveberên Kongrya Star Daliya Henan destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb û Suryan bi hevre li gorî rêgezên netewa demokrtîk ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, dijîn.

Daliya Henan diyar kir ku Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan gelek ked û hêz da her wiha teqez kir ku jin di hemû qad û meydan de li gorî firk û felsefeya Rêber Ocalan têdikoşin.

Paşê stran ji aliyê Koma Kulîlkên Rojava hatin pêşkêşkirin û dîlanên folkilorî jî ji aliyê koma Koma Şehîd Sariya ya girêdayî Navenda Çand û Huner a bajarokê Girbawî ya kantona hatin pêşandan.

Serêkaniyê

Şaredariya Gel bi hevkariya Kongreya Star a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitilgehek vekir.

Deriyê şitilgehê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Gel a herêmê Nesrîn Selah ve hat vekirin û bi sedan dar di şitilgehê de hatin çandin.

Paşê şêniyan berê xwe dan Stada Şehîd Rustem Cûdî. Li stadê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclisa herêma Serêkaniyê Rîhan Xelîl axivî û rojbûna Rêber Ocalan li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Her wiha Rîhan destnîşan kir ku rojbûna Rêber Ocalan rojbûna gelê bindest e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 4`ê weke Newrozeke din dibînin.”

Paşê li axaftina Rêber Ocalan der barê berxwedan, mirovahî û têkoşîna ji bo jiyana azad hat guhdarkirin.

Paşê şanoyek bi navê rexne û rexnedayîn ji aliyê Koma Şehîd Merwan a girêdayî  navenda Waşokanî ya bajarê Serêkaniyê ve hat pêşandan.

Di dawiyê de xelekên dîlana hatin gerandin.

Dirbêsiyê

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî bi heman armancê li lîstegeha navçeyê şahiyek lidar xistin.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemlandin.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştre, ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso axivî û rojbûna Ocalan li wî û li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Di roja rojbûna Rêber Ocalan de, em careke din soza xwe ya şopandina rê û felsefeya wî dûbare dikin.”Piştre, Koma Kiyan û Roj stran gotin û dîlanên xwe dane pêşandan.

Amûdê

Kongreya Star bi heman boneyê, şahiyek li Eywana Kerim a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo lidar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê û saziyên civaka sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemlandin. Her wiha li cihê şahiyê pankêrtin”Mîlad Rêber Apo mîlada me ye”,”Bi ruhê 4`ê Nîsanê em ê Netewa Demokratîk ava bikin û bi aza bi Rêber Apo re bijîn” hatin daliqandin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Çîçek Hisên di şahiyê de axivî û got: “Em bi rihê 4`ê Nîsanê vê rojê li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Felsefeya Rêber Ocalan felsgeya ku em ji tartî ber bi ronahiyê ve derxistin û taybet jina Kurd  û hemû jinên herêmê ku ji koletî rizgar kirin.”

Endama Kongreya Star Edalet Umer jî axivî û rojbûna Ocalan li hemû gelan pîroz kir û da zanîn mîlada Ocalan mîlada hemû gelên bindest e yê ku azadî dixwaze.

Piştî axaftinan, Koma Ciwanên Hûrî stranên xwe yên folkorî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şano jî şanoyek bi navê parastina cîhanê pêşkêş kirin.

Heleb

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi hemû pêkhateyên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî kom bûn da ku beşdarî şahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin. Şahî li gundê Bino li herêma El-Şiqêf a bajarê Helebê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê beşdarên şahiyê nirxandinên Ocalan der barê şoreşa gelan li hember pergalên desthilatdar guhdar kirin.

Paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê Nesrîn Kutî axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Berxwedana grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bingeha tekoşînê ye.”

 Nesrîn got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên azadîxwaz e."

Her wiha Hevserokê meclisa TEV-DEM`ê Mihemed Şêxo teqez kir ku roja rojbûna Rêber Ocalan roja gelên azadîxwaz e û wiha got: "Divê em tekoşîna xwe bilind bikin da ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endamê Yekitiya Hunermendan Ebdulrehman Cemîl û koma Çiyayî Hawar a Çand û Hunerê li Helebê gelek stran pêşkêş kirin.

Girê Spî

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî rojbûna 70`yî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Biratiya Gelan a bajarê Girê Spî pîroz kirin.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala QSD`ê û pankartên bi nivîsa "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Ocalan azad bijîn" hatin daleqandin.

Di pîrozbahiyê de koma dayikan, koma Cirin û koma Elî Baceliye dîlan û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha di pîrozbahiyê de Endama Kongreya Star Heyfa Muslim, Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivîn û diyar kirin ku ev roj li gel gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd rojeke girîng e û ji ber Rêber Ocalan rêvberê mirovahiyê û netewa demokratîk e.

Tebqa

Li Tebqayê jî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya rojbûna Ocalan, merasîma xelatkirina saziyên xwe lidar xist.

Merasîm ku li hola civînan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê hate lidarxistin, Hevserokên Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed û Hind Elî, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hamid El-Ferec, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel a Tebqayê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Navenda Çand û Hunerê û bi dehan endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî têde amade bûn.

Piştî bîranîna şehîdan, Şiyar Mihemed derbarê pêvajoya jiyana Ocalan û rojbûna wî axivî.

Piştre, Şiyar Mihemed û Hind Elî xelat dane”Komîteya Têkiliyên Giştî, Hêzên Sûriyê Demokratîk, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Hêzên  Ewlehiya Hundirîn, Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Komîteya Jinê, Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristî, Komîteya Hundirîn, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Aborî, Komîteya Karûbarê Civakî, Komîteya Çand û Hunerê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Darayî, Saziya Karûbarên Olî, Buroya Çavdêrî û Nirxandinê û Dîwana Edaleta Civakî”. Di dawiyê de, beşdaran govend gerandin û dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriz kirin.

Keramê

Bi dehan şêniyên herêma Keramê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 200 dar li Goristana Şehîd Sêvdar a li Cedîdat çandin. Her wiha li bexçeyê Serokatî li bajarokê Keramê pîrozbahî hat lidarxsitin û stran û dîlanên folkorî hatin pêkêşkirin.

Dêrazor

Bi boneya 4`ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên bejahiyên rojhilat û rojava yên Dêrazorê zêdetirî 900 dar ji hemû cûreyan li baxçeyê 4 Nîsanê yê li gundê El-Sewa çandin. Her wiha dar li Goristanên Şehîdan a Hanî El-Hesen û Xidir, li qadên saziyên civaka sivîl û akademiya ciwanan a bajaroka Ebû Xeşeb hatin çandin.

Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

Reqa

Li bajarê Reqayê jî bi boneya rojbûna 70`yî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şênî û endamên meclis û saziyên civaka sivîl 100 dar li parka Merwiye çandin.

Paşê beşdaran berê xwe dan Mala Jinê, xelekên dîlanan hat gerandin û dirûşmeyên banga azadiya Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Her wiha bi vê boneyê Komîteya Perwerdeyê li bajarê Reqayê bi merasîmekê dibistana Emîn vekir. Endamên Buroya Navenda Perwerdeyê, endamên meclisa sivîl, mamosteyên dibistanênê bajêr, hevserokatiya Komîteya Perwerdeyê û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Deriyê dibistanê ji aliyê xwendekara bi navê Hena Mihemed û xwendekar Seîd Qasim ve hat vekirin. Paşê ji rêveberên dibistan Emîn Esma Kebe axivî û 4`ê Nîsanê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir.

Paşê xwendekarên dibistanên helbest pêşkêş kirin.

Di dawiyê de dîlan û stranên filklorî hatin pêşkêşkirin.

Kobanê

Bi boneya 4`Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPG û YPJ`ê darên zeytûnan çandin û şahiyek li girê Miştenûr a bajarê Kobanê hate li darxistin.

Di şahiyê de yek ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê, yek ji fermandara YPJ`ê Zinarîn Kobanê, hevserokê Desteya Xweparastin Ismet Şêx Hesen û bi sedan şervanê YPG`û YPJ`ê amade bûn. Di destpêka şahiyê de şervanan derdora hezar darên zeytûnê li ser girê Miştenûr çandin û pişt wê jî dest bi şahiyê kirin.

Şahiya bi rêzgitinê destpê kir. Paşê yek ji fermandarên YPJ`ê  Kurdistan Serêkaniyê helbestek Ii ser Rêber Ocalan xwend. Her wiha koma şehîd tekoşîn a dîlanê, Koma sitranan a şehîd Dilbirîn û hin dîlanên şoreşgerî hatin pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de Koma Amara ya stranan û Hunermendê Kurd Rotînda stranên şoreşgerî gotin. Dawî de xelekên govendê hatin gerandin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din