`Gelên herêmê deyndarên QSD`ê ne`

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilyar de şêniyên navçeya Amûdê xuya kir ku ewlehî û îstîqrara li herêmê bi saya lehengiya mezin a şervanên YPG, YPJ û QSD li eniyên şer rû dide.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed Welî (Dilyar) ku di 23`yê Tîrmehê de di hemleya paqijkirinê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbû. Kon li taxa El-Mesaken a navçeya Amûdê hatiye vedan.

Şêniyan wêneyên şehîd Dilyar Mihemed û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê, YPG, YPJ û QSD’ê hildan.

Li kon endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Seîd Ferso û endama Kongreya Star Seîde Ehmed axivîn û sersaxî ji malbata şehîd Dilyar re xwest û da xuyakirin ku malbata şehîd Dilyar ji malbatên welatparêz ên herêmê ye û têkoşîna wan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de vê yekê îsbat dike.

Mihemed Seîd û Seîde Ehmed li ser jiyana şehîd Dilyar axivî û da xuyakirin ku Dilyar rojekê xwe ranegirt û beşdarî hemû hemleyan bû û hemû eniyên şer şahidiyê ji lehengî û têkoşînê dikin.

Mihemed Seîd û Seîde Ehmed îşaret bi têkoşîna şervanan kir û wiha got: "Em di nav ewlehiyê de li ser vê axê dijîn, bi saya lehengiya şervana em deyndarên şehîd û şervanan in."

Şênî heta seatên êvarê berê xwe didin konê şehîd Dilyar Mihemed.

ANHA


Mijarên Din