Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyên li dijî sivîlan, bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan.
Xwepêşandêran bang li gelê Amerîkayê kir ku sibe serdana Erdogan a ji DYA`yê û hevdîtina bi serokê Amerîka Donald Trump re şermezar bikin. X
wepêşandêr li pêşiya navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê kom bûn, xwepêşandêran alên QSD`ê û wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk hilgirtin.
Meş ber bi bazara navendî ve çû û li dawiya bazarê sekinî. Li wir li ser navê Kongreya Star rêvebera Kongreyê Necah Qaso, li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk rêveber Silêman Bedir axivîn.
Axêveran êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û banga piştgiriya QSD`ê kir.
Her wiha axêveran bang li gelên Amerîkayê kir ku sibe serdana Erdogan ji Amerîkayê re ye, êrişên der heqê sivîlan de şermezar bikin.
Axêveran bang li gelên cîhanê kir ku piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber ku ji berdêla cîhanê pêk ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine û parastina mirovahiyê ji sûcdariyan kirin. Piştî axaftin bi dawî bûn, bi yekdengî xwepêşandêran berxwedana tê meşandin silav kir û dagirkerî şermezar kir.
(eh)
ANHA