​​​​​​​Gelo Astanaya Sûriyê şerê sar e?

SÎHANOK DÎBO- Nûnerê MSD’ê li Misirê

Civîna wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Moskovê di 20’ê Kanûna 2016’an de, destpêkirina rastiya birêketina trêna Astanayê bû ku zengila destpêkê bi dirûşma "Diyalogên aştiya Sûriyê li Astanayê" di 23-24’ê Çileya 2017’an de lê da.

Moskovê bi daxwaza desthilata Sûriyê di dawiya Îlona 2015’an de dema ku biryara da dest di Sûriyê werde, bi tenê siyaseta wê bi rê ve bir. Çer ku Cinêva Sûriyê nêrînên Moskovê tevî hevserokatiya wê ya çareserkirina aloziya Sûriyê li gel Washingtonê jî pêk neanîn, di Astanayê de rêya sûdewar dît, bi taybet piştî bikaranîna Rûsyayê ya Tirkiyê bi xistina balafira Sukhoi di 24’ê Mijdara 2015’an de, anku piştî 2 mehan ji destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyê re.  

Heke em ne li pêş vê rastiyê bûna ku herêma Rojhilata Navîn bi guhartinê re ye û niha destpêkirina guhartinê ye, dibe ku Moskov xwe pir qeba û mezin bidîta û serekê rewşa niha bidîta da ku Astana bibe stasyoneke tu kes nikare xwe di ser re biavêje û dê mîna Osloyê bikira.

Civîna Astanayê ya 15’an piştî 45 rojan ji serdana dawîn a serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Rûsyayê re, her wiha ragihandina agirbestê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re di lihevkirina 5’ê Adara borî de, pêk hat. Ew jî piştî pêşketina leşkerî ya mezin a artêşa Sûriyê bi piştevaniya Îran û Rûsyayê li dijî komên çekdar û Cebhet El-Nusra yên bi piştgiriya Tirkiyê li bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê û bejahiyên bakurê rojavayê Hemayê hat. Bi sewqiyatên leşkerî yên mezin ên dewleta Tirk li wan herêman diyar bû ku ev lihevkirin bi bin ket.

Aşkera dibe ku her sê garantoran xwe amade kiribû ku pêngava yekser di kêliya binketina lihevkirinê de pêk bînin, piştî wê jî her sêyan daxuyaniyên yekalî piştî daxuyaniya hevbeş dan ku rê li pêş Astanaya 15’an veke. Her wiha diyar e ku qedexeyên ku nedihîştin bêhna ‘şerê sar’ di navbera garantorên Astanayê de, niha tune ne û êdî nikarîn nakokiyên mezin ên di navbera her sê garantoran de yên girêdayî rewşa Sûriyê yan jî rewşên herêmê bipêçin.

Dijwar e ku her sê garantor li gorî daxuyaniya dawîn a Astanaya 15’an tev bigerin û tê de her yek li derfetekê digere ku cihê xwe li ser hesabê yê dîtir bisepîne. Her sê, bi taybet Rûsya dizane ku destûra Sûriyê ne pêkan e ku ji vê zêdetir berdewam bike. Ji ber ku bi hêsanî tê de nûnertiya vîna çareseriyê û nûnertiya tevahî pêkhateyên Sûriyê tune ye, bi taybet li gorî opozîsyonê. Her wiha bêyî nûnertiya MSD’ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnertiya partî û kesayetên Sûriyê yên demokrat dê çarenûsa komîteya destûrê jî bi bin bikeve. Lê têkildarî rûdanên li Sûriyê dibin û her tim jî dubare ye û Enqere gelek herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine, li ser kîjan yekitî û seweriyê diaxivin? Ji Astanaya 4 ve Sûriyê bi navê “herêmên serweriyê û bêçek” dabeş kirin.

Ne tenê ev, lê sedema şerê sar ê sêalî li nakokiyên projeyên wan ên garantor, nêrîna li Sûriyê û herêmê bi taybet vedigere, mînak Rûsya ya ku di rêvebertiya wê de sêalî rikberiyê dikin ku ew jî orasyon, lîberalîzm û kesên neteweyî yên ku alîgirên dêrê û artêşa ne, her wiha xwedan projeyeke cuda ne, lê belê bi projeyê Osmantiya herêmê re bi nakok e û di heman demê de bi projeya hîlala Îranê re ku ji Tehranê heta Bexda, Şam û Beyrûdê dewam dike.

Gelo çawa ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de 12 şer qewimîn û di piraniya şeran de Rûsya bi ser diket, heke mirov xeyal bike ku Rûsya ne li Sûriyê bûya dê şerê li Rojhilata Navîn tevî ku Tirkiyê û Îranê meyla wan a xurt ew e ku sînorên bi hev re statîk be, lê dîsa jî dê şer di navbera her du aliyan de bûya.

Lê heke mirov têkiliya di navbera Rûsya-Îranê de binirxîne dê beramberî têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de qewîntir be, ji ber di van kêliyan û pêşeroja nêzîk de muhtemel e ji bo her du aliyan ne guncaw be, ji ber tişta di navbera her du aliyan de dosyayên binakok e û ne kêmî rêya çareseriya dosya Sûriyê ye, wê demê dê pêşeroja Sûriyê bi çi rengî be?

Hin kesan texmîn dikir ku rejîma Sûriyê herî kêm bûye du rejîm, rejîma Sûrî-Rûsî û rejîma Sûrî-Îranî, di vê mijara bigirêk de Îran bi ser dikeve û Rûsya jî li asîmana Sûriyê ye, her wiha hevkariya di navbera wan û navbera Amerîka û Îsraîlê de jî bi girêk e.

Çi şerê sar be yan jî lihevkirinkeke bi zorê be, navnîşaneke ku sê aliyên Astanayê tîne cem hev, gera Astanayê ya 15`an wek a berî wê ye yan jî dibe ku wek a piştî wê be anku tu guhartin bi xwe re neanî û çer ku di çarçoveya nakokiyên her sê aliyên garanator de ye û ji dosya kar û barê Sûriyê zêdetir nîqaşa vê yekê dihat kirin, wê demê rastiya Astana li Sûriyê paşxistina nakokiyên di navbera wan de ye û li gorî formên garantoran divê rabin. Li gel vê yekê çavdêrên rewşa Sûriyê dişopînin, texmîn dikin ku hevkar û hevalbendên duh hevalbendên sibê bin ew jî êdî cihê gumanê ne û baweriya bi her sê aliyên Astanayê nemaye. 

Her çiqasî tekane kes li Sûriyê hebe û demkî be jî, nikare di van kêliyan de ji guhartinên di herêmê û cîhanê de rû didin bibe bersiv û dirêjkirina pandemiya Koronavîrusê lawaziya piraniya dewletên neteweperest û navendî diyar kir, ji ber rejîmeke siyasî-aborî-cîhanî tê avakirin û gelek tiştên berê hildiweşîne anku xalên ku me texmîn dikir ku ew sabit û rêgez in, ji wan rêgeza lihevkirinê ku li ser esasê wê dewletên di nava koalîsyon û hevpeymanên cur bi cur hatin avakirin, lê Koronavîrusa nû ev lihevkirin jî xerab kir.

Astana ji ber rêgehên çareseriya Sûriyê kêm bû derket holê, lê di rastiya xwe de berevajî cîhana me ya di halê hazir de serobinî hev bûye.

(fr-eh)

ANHA


Mijarên Din