EFRÎN
Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî Efrîn dagir kirin, çeteyê bi navê Fûad Elîko îtîraf kir ku 6 komên wan di êrîşên li ser Efrînê de cih girtin û malên sivîlan talan kirin.
Derbarê mijarê de, hin kesên girêdayî bermahiyên ENKS‘ê yên ku nasîna wan ji erdîngariya Efrînê re heye, rê û gund nîşanî artêşa dagirker a Tirkiyê dikirin. Piştî dagirkirina Efrînê ew kesanan xwe li ser ekranên televizyonên tirk-kurdî dane xuyakirin.
Hejmarek ji çeteyên ENKS‘ê beşdarî meclîsa Dîlokî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, bûn.
Çeteyên ENKS‘ê piştî ku hin malbatên Efrînê vegeriyan Efrînê, arêtşa Tirk agahdar dike ku kesên vedigerin bi bahaniya ku ji Yekîneyên Parastina Gel in, bigire. Çavakaniyan jî diyar kirin ku çete li hemberî malbatan kîn û dijminahiyê dikişînin.
Hin welatiyên ji Efrînê ji bo ewlehiyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, dane xuyakirin artêşa Tirk bi daxwaza ku endamên ji bermahiyên ENKS‘ê malên sivîlan şewistandin û destnîşan kirin ku ENKS‘ê lîsteyek ji navên malbatên ku werin girtin û malên wan werin şewitandin amade kir.
Li gorî agahiyan, ji gundên ku hatin şewitandin, Meydan Ekbis û Badîna û Dumelya ne.
Çavkaniyekî din jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê piştî ku malên sivîlan talan dikin mayînan lê diçînin û YPG û YPJ‘ê bi van kiryaran tuhmetbar dikin.
(bb)
ANHA