Gelo çeteyan bi cenazeyên kuştiyên xwe li taxa Eşrefiye çi dikirin?

Tevî derbasbûna 3 salan, lê hîna binpêkirinên çeteyan di bîrên şêniyên taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê de zindî ne. Hê jî di bîra şêniyan de ye bê ka çeteyan çawa cenazeyên kuştiyên xwe dişewitandin da ku windahiyên xwe veşêrin.

Piştî rizgarkirina YPG û YPJ`ê taxa Eşrefiye ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2016`an de û vegera şêniyan piştî talankirina milkên wan, gelek çîrokên trajedîk eşkere dibin.

Ji nav wan çîrokan, çîroka şewitandina çeteyan cenazeyên kuştiyên xwe da ku windahiyên xwe binixumînin.

Mihemed Herec ji salên 80`yî ve ji şêniyên taxa Eşrefiyê ye. Tevî dagirkirina taxê lê ji mala xwe derneket û bû şahidê binpêkirinên çeteyan ên hovane.

Herec got: "Rojekê bêhneke nexweş di kolanê de belav bû, ew bêhna cenazeyên endamên çeteyan û hindek sivîlan bû. Çeteyan ew cenaze di avahiyekê de kom kirin û heta 3 rojan di wir de hiştin."

Herec wiha domand: "Em ji binpêkirinên çeteyan tirsîn. Ji ber wê me nikarî ew cenazeyan li gorî ayînên ola îslamê veşêrin. Tenê me hindek ax avêt ser cenazeyan da ku bêhna nexweş kêm bikin."

Herec tekez kir ku çeteyan ew cenazeyan di avahiyekê de şewitandin da ku windahiyên xwe yên mezin di encama şerê wan bi YPG`ê re veşêrin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Elî yê ji taxa Eşrefiye diyar kir ku hejmara cenazeyan di navbera 25 heya 30 cenaze bûn. Piraniya wan cenazeyên çeteyan bûn û hindek cenaze yên sivîlan bûn ên ku ji hêla çeteyan ve hatine tesfiyekirin.

Elî destnîşan kir ku ew cenaze vedigerin koma çeteyên bi navê Tûgeya Şehîdên Bedir. Her wiha tekez kir ku avahiya ku cenaze tê de hatine şewitandin, hatin paqijkirin da ku kiryara xwe ya hovane veşêrin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din