Gelo çima heta niha DAIŞ bi dawî nebûye?

Lêkolînerên Karûbarên Komên Tundraw diyar kir ku berdewama nakokiyên navneteweyî li Sûriyê û hebûna AKP'ê li Tirkiyê sedemên sereke yên mayîna xeteriya DAIŞ'ê ye ya ku ev du sal in di aliyê erdîngariyê de li Baxozê bi bin ketiye.

Sibe salvegera sêyemîn a tunekirina DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ye.

Di 23'yê Adara 2019'an de, QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bajarokê Baxozê yê rojhilatê bajarê Dêrazorê devera dawî di destê DAIŞ'ê de mabû hate rizgarkirin.

 Ragihandina tunekirina DAIŞ'ê bi merasîmekê li zeviyê Omer ê petrolê yê dikeve bakur û rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk hat, fermandarên QSD'ê, berpirsên Koalîsyona Navneteweyî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û şêx û rûpiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Tevî ku du sal di ser ragihandina têkbirina baregeha dawî ya DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, lê xeteriya DAIŞ'ê li ser herêmê û cîhanê hîna heye. Ev yek dide nîşandan ku dibe careke din li welat çalak bibe, nemaze ku nakokiyên hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Sûriyê berdewam in.

'STRATEJIYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO TÊKBIRINA DAIŞ'Ê TUNE YE'

Lêkolînerê Karûbarên Tevgerên Tunraw û Terora Navneteweyî Munîr Edîb ji ANHA'yê re axivî û got: "Tevî ku DAIŞ'ê li tevahî herêmên ku ji Tîrmeha 2014'an ve kontrol kiribûn, bi bin ket, lê bi fikirê xwe yekemîn û şaneyên wê yên veşartî yên çalakî duyemîn hîna heye."

Têkildarî xeteriya DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edîb ev nirxandin kir: "Li ser mijara xeteriya DAIŞ'ê, di şerê li hemberî vê rêxistina tundraw hîna astengiyên mezin hene, DAIŞ bi fikir û şaniyên xwe hîna heye, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê, di heman demê de li gelek paytextên erebî û ewropî heye ku gefeke mezin li cîhanê dixwe."

DAIŞ'ê fikirên tundraw li pey xwe hişt, ji ber ku îdeolojiya wê di mejiyê jin û zarokan de hatiye çandin û çekdarên wê hîna li gelek dewletan, di serî de Sûriyê belav in. Li aliyekî din jî şaneyên wê û bi hezaran tundrawên girtî li gel QSD'ê û malbatên wan ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Roj û Holê hene.

Der barê sedemên ku li pêşiya têkbirina DAIŞ'ê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriya û Iraqê dibin asteng Edîb wiha got: "Gelek sedem hene ku hişt DAIŞ'ê heta niha bimîne, yek jê ew e ku civaka navneteweyî nêrîneke stratejîk a giştî li hemberî vê rêxistinê li ser erdê û fikirê wê danayîne."

'CÎHAN BI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê MIJUL E, LÊ TIRKIYÊ DESTEK DIDA WÊ'

Edîb destnîşan kir ku di demekê de ku dewlet bi şerê li dijî DAIŞ'ê mijul e, hin dewlet hene ku destekê didin wê û fermandarên wê û ew jî dewleta Tirk e.

Munîr Edîb bi domdarî got: "Hîna pirsgirêkeke rasteqîn heye, ew e ku projeyên cidî yên erebî an navneteweyî li hemberî terorê û rêxistinên tundraw tune ne, Kurdan roleke mezin li hemberî rêxistina DAIŞ'ê ya tundaw pêk anîn. Tevî ku ev rêxistin di aliyê cografî de ketiye, lê hîna heye û xeteriya wê li girtîgeh û kampan de mezin in."

Lêkolîner û Şîrovekarê Siyasî ya Platfoma Rojhilata Navîn li Londonê Ehmed Eta got: "Tevî ku DAIŞ'ê di bargeha wê ya dawî li herêmê hate tunekirin, lê xeteriya wê hîna heye. DAIŞ'ê bi nav û rengên cûda û bi desteka Tirkiyê tev digere."

Eta ji ANHA'yê re axivî û got: "Heger ev rêxistin di aliyê cografî de li dewleta Şam û Iraqê bi bin ketibe, lê di çarçoveya eniyên yekbûyî de heye ku bi tevgerên xwe yên çekdar ve tê naskirin û ji aliyê cîhazên îstîxbaratê ve têne tevgerkirin, ya sereke îstîxbarata Tirkiyê ye ku wê hîna wekî kaxezeke zextê bi kar tîne."

Ehmed Eta destnîşan kir ku çeteyên Tirkiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê QSD'ê dikin, berdewama çeteyên DAIŞ'ê ne, lê bi navê cûda ne û wiha dewam kir: "Rêxistinên Suleyman Şah, Sultan Murad, Siqûr El-Şemal û Huras El-Dîn ev hemû ji sala 2014'an ve bi DAIŞ'ê re bûn."

Li gorî daxuyaniya dawî ya berpirsên girtîgehên QSD'ê ku dabû ANHA'yê, 19 hezar çeteyên DAIŞ'yê yên ji Sûriyê, Iraq û ji 55 dewletên biyanî di girtîgehên QSD'ê de ne.

Her wiha 19 hezar û 225 malbatên DAIŞ'î yên ji 53 dewletên erebî, Asya û dewletên rojavayî di kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.

Ji destpêka ragihandina têkbirina DAIŞ'ê, operasyonên QSD bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî şaneyên wê yên veşartî didomin, da ku nehêlin hêza xwe komî ser hev bikin û êrişî herêmê bikin.

Edîb diyar kir ku operasyonên ewlekariya yên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê têrê nake û wiha domand: "QSD'ê ji aliyê hin dewletên cîran ve mîna Tirkiyê tê topbarankirin, ji ber wê nikare li hemberî vê rêxistina tundraw a ku ji zêdetirî dewletekê ne, bisekine û gelek dewlet desteka vê rêxistina tundraw dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe gelek zehmetiyan dikişîne, ev zehmetî girêdayî îfadekirina nasname, an xaka dagirkirî, anî jî êrişên ji aliyê Tirkiyê ve ne, ji ber wê bi tenê nikare li hemberî vê rêxistina tundaw bisekine, ji xwe tevî vê yekê şerê wê li ser erdê dike."

Edîb da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê bide DAIŞ û wiha berdewam kir: "Tirkiyê dixwaze destekê bide vê rêxistina tundraw û cihekî jê re peyda bike. Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û desteka herî mezin bide aliyên ku li hemberî vê rêxistina tundraw disekinin. "

'CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RE NASEKINE`

Ji sedemên sereke yên li hemberî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin asteng, Edîb destnîşan kir ku destekdayîna civaka navneteweyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye û wiha berdewam kir: "Civaka navneteweyî li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku li şûna tevahî şerê terorê dike, nasekine. Astengiyên mezin li pêşiya kesên ku li hemberî terorê disekinin, hene nexasim dewleta Tirk a ku bi awayên cûda destekê didin rêxistina DAIŞ'ê û şerê aliyên ku li hemberî vê rêxistina tundraw disekinin, dike ku car caran êrişî Kurdan dike û herêmên wan dagir dikin."

Munîr Edîb îşaret pê kir ku gelek astengiyên din jî hene, divê siyaseteke were xêz kirin ku karibe vê rêxistina tundraw têk bibe û piştevaniya aliyên ku li hemberî vê rêxistinê disekinin, bê kirin.

Têkildarî rêbazên rakirina van astengiyan Edîb got, divê civaka navneteweyî piştevaniyeke rasteqîn bide gel da ku li hemberî vê rêxistinê bisekine û bi nasnameya xwe ya taybet xwe îfade bike û wiha domand: "Mafê Kurdan heye ku biryara çarenûsa xwe bide û xwe û rêveberiya xwe îfade bikin, nemaze ku xalên hevpar di navbera wan û ereban de hene. Di heman demê de her du bi hev re hêmanên girîng li hemberî vê rêxistina tundraw bûn, da ku di şerê li dijî vê rêxistinê çalaktir bibin."

Li ser mijara awayên têkoşîna li dijî DAIŞ û tunekirina wê, Munîr Edîb bal kişand ser van xalan: "Divê ev erk li gorî du beşan pêk were, ya yekemîn divê têkoşîneke ewlehî li ser esasê jihevxistina vê rêxistinê were kirin û têkoşîneke leşkerî li ser esasê bidestxistina agahiyên îstîxbaratê were kirin ku rêxistinê ji hev bixe, ya duyemîn jî divê têkoşîneke fikirî were kirin ku fikirên vê xistinê tune bikin. Têkoşîna fikirî gelek girîng e, nexasim ku fikirên wê banga tundî û nefretê dikin ku car caran jî xurt dibe. Têkoşîna fikirî gelek rengên wê hene û ya herî girîng e, dibe ku bi rêya çandê be, an jî bi rêya huner an jî guhertina hestan be ku tundrawiyê û fikirên ku banga nefretê dikin werin tunekirin û dibe ku bê rêya nûjenkirina fikirê olî be. Nexasim ku ew in ên ku tundraw îslam şaş fêm kirine û li gorî van şaştiyan kiryaran pêk tînin ku dûrî ola durist e, ji ber vê yekê ya herî girîng ew e ku fikirê olî an xîbata olî ya wan kesan werin nûkirin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din