Gelo çima Koalîsyoan Navdewletî êrîşî El-Qaîde ya li Idlibê kir?

Piştî demeke dirêj cara yekemîne ku balafirên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê nuqteyên kombûna fermandarên çeteyên Huras El-Dîn ên girêdayî El-Qaîde bombebaran kirin. Di encamê de gelek fermandar hatin kuştin. Îdîayên vê topbaranê çi ne û çima fermandar hatin hedefgirtin?

Huras El-Dîn, koma tundrew a girêdayî El-Qaîdê ye li parêzgeha Idlibê û bejahiyên rojavayê Helebê ji dema ku ji bin serweriya rejîmê di 2015’an de derketiye, çalak e. Vê komê ku piranî endamên xwe ne ji Sûriyê ne bi mafên derheqê gelê Sûriyê komkujî pêk anîne.

Ev kom li rex Cebhet El-Nusra û Partiya Îslamî ya Turkistanî serweriya piranî erdnîgariyên Idlib, bejahiyên rojavayê Helebê, bakurê Hemayê û rojhilatê Laziqiyê dike. Ev kom û Partiya Îslamî ya Turkistanî piştevaniya xwe ji Tirkiyê bi rêya dergeha veşartî ya li Eyn Bêda ya li ser sînorê Idlibê û Tirkiyê werdigirin.

Li aliyekî dîtir jî, şevê berê balafirên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê nuqteyên kombûna fermandarên navdar ên ji Huras El-Dîn li bejahiya Endaziyarên Yekem li rojavayê bajarê Helebê, bombebaran kirin.

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyan got fermandarên navdar ên ku di bombebaranê de hatine kuştin wiha ne; " Ebû El-Feda El-Tunisî, Ebû Umro El-Tunisî, Ebû Yehya El-Cezayîrî, Ebû Zur El-Misrî, Ebû Îbrahîm El-Şamî û Ebû Decane El-Tunisî."

Li gor agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, van fermandaran şerkirina rejîma Sûriyê li bejahiya rojavayê Hemayê red kiriye. Ger em piştevaniya siyasî û leşkerî ya ku Amerîka bi awayekî veşartî dide komên girêdayî Tirkiyê da ku rejîm bi pêşve neçe berçavan re derbas bikin, diyar dibe ku sedema hedefgirtina van fermandaran ew e ku şerkirina li dijî rejîma Sûriyê red kirine. 

DYA’yê hewl dide parastina hevalbendiya xwe ya NATO li wê herêmê biparêze. Naxwaze rejîm û Rûsya bi taybet di lawaztiya wan de pêş de biçe. Ew jî piştî Îranê û Hizbullah hêzên xwe ji şer kişandin û bi wê re jî pisporiya leşkerî ya pêşdeçûnê ne pêkan e.

Koma Huras El-Dîn di 23’yê vê Hizêranê de anî ziman ku Ebû Zur El-Misrî û Ebû Yehya El-Cezayîrî di topbaranê de hatine kuştin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din