Gelo civîna roja çarşemê dê dawî li dosya hilbijartinan a serokkomariya Iraqê bîne?

Nakokiyên di navbera hêzên Iraqê yên têkildarî lidarxistina hilbijartina serokkomariya hikumeta Iraqê de berdewam dikin, ji ber vê yekê civîna taybet bi hilbijartina serokkomariyê du caran hate taloqkirin. Gelo rûniştina sêyem a roja çarşemê dê vê dosyê çareser bike?

Bi sedema berdewamkirina nakokiyên siyasî yên di navbera blokan û hêzên Iraqê de, roja şemiya derbasbûyî civîna parlamantoyê di temamkirina kota qanûnî de ya dengdanê û hilbijartina serokkomariya Iraqê de, bi ser neket.

Meclisa Parlamantoyê ya Iraqê demeke nû ji bo civîna hilbijartina serokkomariyê diyar kir. Daîreya Ragihandinê ya Parlamantoyê bi daxuyaniyekê got: "Roja çarşema bê dê civîna hilbijartina serokkomariyê li dar bikeve."

Ev cara duyemîn e ku ji ber heman sedeman civîna hilbijartina serokkomariya Iraqê tê taloqkirin. 7`ê Sibatê ji ber ku kota qanûnî ji sisyan yek temam nekir hate paşxistin. Sedema vê yekê jî boykotkirina Çarçoveya Koordînasyonê ku nûnertiya partiyên Şîe dike ye, ji wan bloka "dewleta qanûnê" û Koalîsyona El-Fetih.

CIVÎN HAT BETALKIRIN

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Nebîl Cebar El-Elî ji ajansa me re wiha axivî:" Ji ber ku kota qanûnî ya hilbijartina serokkomariya Iraqê pêk nehat, civî bi bin ket."

El-Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Parlamanto bû du beş, beşekê ji Koalîsyona Sêalî ya (Sedir ên Şîî, Koalîsyona Sunne û PDK`ê) û aliyên serbixwe û blokên biçûk pêk tê û hewl da ji sisyan yek parlemanteran kom bike. Aliyê din jî ji koalîsyona Sebat ya (Çarçoveya Koordînasyonê, Ezim a Sunne û YNK) û aliyên din pêk tê, Koma dawî karî ji sisyan yek ji lidarxistina civînê betal bike."

NAKOKÎ DEWAM DIKIN

El-Elî sedemên parçebûna di navbera Şîe û Kurd de wiha nirxand: "Hin alî hewl didin li ser hesabê hevkarên xwe yên siyasî siyasî peywiran bi kar bîne, PDK`ê encamên hilbijartinên dawî wekî fersenda dabeşkirina desthilatê di navbera xwe û hemkarê xwe ya berê (Yekîtiya Kurdistanî) de dibîne."

BELAVBÛNA ŞÎE DIBE SEDEM KU HIKUMET AVA NEBE

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Nebîl Cebel El-Elî li ser avakirina hikumeta li Iraqê, nexasim di demekê de ku Şîe belav bûne û di navbera wan de lihevkirin tune ye wiha got: "Di rastiyê de parlamanterên Şîe ku hejmara wan 187 e, muhteml e ji ber belavbûn û îsrara wan, hikumet neyê avakirin."

El-Elî anî ziman ku ne mumkîn e hikumetên (piraniyê an jî livkirinên sînordar) werin avakirin, ger lihevkirinên ji bo pêşeroja siyasî pêk neyê. Bonimûne lihevkirinên avakirina hikumeta yekem a piştî 2003`yan a bi lihevkirinên di navbera aliyên siyasî yên Sine, Şîe û Kurdan de alozî bi dawî kirin û istîqrara siyasî pêk anî.

CIVÎNA BÊ DÊ BI BIN BIKEVE

El-Elî diyar kir ku ne mumkin e civîna roja çarşemê kota qanûnî bi cih bîne, heta dibe ku hejmara beşdaran ji civîna berê kêmtir be. Li aliyekî din jî muhteml e El-Sedir ber bi oposîzyonê ve biçe, ger nikaribe hikumeta "piraniyê" ava bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din