Gelo dê biryara Rûsyayê ya tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê bibe sedema şerekî mezin?

Piştî ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Şanghayê bi hempîşeyê xwe yê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir, Rûsyayê 4 parêzgehên Ukraynayê bi xwe ve girê dan û Pûtîn gefa bikaranîna çekên nukleerî yên taktîk xwar. Gelo nîşaneyên wê çi ne? Bersiva hêzên rojavayî ji vê yekê re dê çi be?

Şerê li Ukraynayê yê di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de derbasî pêvajoyeke nû û xeternak bû. Di vê çarçoveyê de daxuyaniyên rojavayiyan yên li hemberî Rûsyayê giran bûn û cezayên li ser Moskov û şandina çekên bibandor ên rojava ji Kîevê re zêde bûn.

Li aliyê din, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hefteya borî de fermana îlheqkirinê li ser tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê ji bo xaka Rûsyayê da û ev yek pêk anî. Her wiha serokê Rûsyayê îşaret bi bikaranîna çekên nukleerî yên taktîk kir û seferberiya qismî ragihand ku hejmar bigihêje 300 hezar leşkerî. Li gorî çavdêran, ev yek nîşan dide ku hefteya bê şer berfireh bibe û rêgazên wê werin guhertin.

Çavdêrek diyar dikin ku Pûtîn ji bo serkeftina li Ukraynayê bi israr e. Her wiha Rojava biryara xwe daye ku nehêle Rûsya bi tena xwe destwerdana Ukraynayê bike, ne ji ber fikaran wan li ser Ukraynayê ye, lê ji ber encam û bandorên kontrola Rûsyayê li Ewropayê bi fikar e. Lê Washington jî mîna Ewropayê serkeftinê ji Rûsyayê re naxwaze û bi hemû hêza xwe hewl didin ku ev serkeftin pêk neyê. Li sedemên DYAʹyê ji yên Ewropayê cuda ne. Li gorî şîrovekarên stratejîk, şerê DYAʹyê ne li dijî Rûsyayê ye, lê belê li dijî Çînê ye ya ku aboriya gefan li dolarê Amerîkayê dixwe.

Li gorî şîrovekaran, binkeftina Rûsyayê li Ukraynayê di heman demê de binkeftina Çînê ye jî, ji ber ku alîkariyê dide Washingtonê ku bi tenê destwerdanê li Çînê bike. Destpêkirina tevgera leşkerî ya Rûsyayê ku piştî hevdîtinên Pûtîn-Xi Jinping li Pekînê pêk hat û ragihandina seferberiya qismî û tevlêkirina 4 herêman piştî hevdîtinên her du aliyan, ne tiştekî tesaduf e.

ÎHTÎMAL ÇI NE?

Akademîsyen û rêveberê Navenda Pisporên Realîst a Rûsyayê Amr El Dîb têkildarî encamên pêvajoya tevlêkirina 4 herêmên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ji ajansa me re axivî û diyar kir ku encamên referanduma li 4 herêman hatin eşkerekirin ku bi yekdengî erêkirina niştecihên van herêman ji bo tevlêbûna Federasyona Rûsyayê hebû. Dibe ku encamên tevlêkirina 4 herêman xeternak bin û dibe ku vî şerî bi dawî bike.

Têkildarî asta xetereya vê gavê, Amr El Dîb wiha got: "Di aliyê xetereyê de, dibe ku kiryarên dijminane yên Ukraynayê li van herêman dewam bikin. Ev tê wateya ku her dijminahiyek li gorî Rûsyayê bi awayekî qanûnî dê êrişeke rasterast li ser xaka Rûsyayê be. Heke êriş sînorên xwe derbas bikin dibe şer ji aliyê Rûsyayê ve li dijî dewleta Ukraynayê were ragihandin. Ev biryar jî dê bi xwe re guhertineke giştî di stratejiya leşkerî ya Rûsyayê de bîne. Dibe ku Rûsyayê çekên ku berê bi kar nedianîn, bi kar bîne û dewleta Ukraynayê bi temamî hilweşîne."

Amr El Dîb diyar kir ku îhtîmala din, aliyên rojava ye ku dê zextê li Ukraynayê bikin da ku çalakiyên xwe yên leşkerî li 4 herêman bi dawî bike û nehêle rewş ber bi şerekî rasterast an jî ragihandina şerekî bi giştî ve biçe, ji ber ku ev yek tê wateya ragihandina nîşaneyên şerekî cîhanê yê mezin, ev tişt ne dûr e, nemaze piştî teqandina boriyên gazê û gefên Rûsyayê yên li Washington û Londonê ku li pey van teqînan e.

BERSIV DÊ ÇAWA BE?

Rêveberê Navenda Pisporên Realîst a Rûsyayê Amr El Dîb di dewama nirxandina xwe de got: "Bi vê tevlêkirinê re em ê li pêşberî rewşeke gelekî zehmet bin. Diviyabû ku fermandariya Rûsyayê ev biryar ji bo rawestandina şer, an bi rêya dan û standina bi rojava û Ukraynayê re an jî bo bidawîkirina şer an ragihandina şerekî giştî hilweşandina bi temamî ya dewleta Ukraynayê girtiba. Li ser vê tevlêkirinê dê bersiva Ukrayna û hêzên rojavayî hebe. Bersiv dê bi rêya cezayên aborî be. Ji ber ku rojavayî zêdetirî vê yekê nikarin tiştekî din bikin. Tê zanîn ku ev ceza tevî ku ziyanê digihîne aboriya Moskovê, lê encamên siyasî bi xwe re nayne."

ANHA


Mijarên Din