Civîna ku dê 1-2'yê Mijdarê li Cezaîrê were lidarxistin, rûbirûyê zehmetiyên mezin e ku bûne sedema taloqkirina civînê ji zêdetirî carekê ji dema wê ya plansazkirî ya Adara borî ve.
Civîna Cezaîrê 3 caran hat paşxistin. Ya herî dawî di destpêka îsal de ji ber nexweşiya Koronayê hate paşxistin.
Civîna dawî ya Komkara Erebî li ser asta serokên wan welatan, di Adara 2019'an de li Tûnisê bû. Civînên di 2020’an û 2021’an de bi sedema Koronayê hatin taloqkirin.
Têkiliyên Erebî-Erebî niha di krîzên mezin re derbas dibin. Belkî ya herî girîng jî nakokiyên di navbera Cezaîrê ku mazûvaniya civînê dike û cîrana wê Mexribê de li ser mijara çolistanê ne.
Cezaîr di heyama dawî de hewl da ku xalên nakok ên ku ji bo lidarxistina civînê Erebî pirsgirêk bûn, derbas bike. Bi gelek paytextên Ereban re di nava hemahengiyê de bû. Her wiha tevî qutkirina têkiliyên bi wê re, vexwendineke fermî ji hikumeta Mexribê re şand.
Her wiha hat ragihandin ku Cezaîr bi hikumeta Şamê re lihevkirinek çêkiriye û li gorî wê dê ji nû ve Şamê vegere Komkara Erebî. Ji ber vê yekê astengiyek li pêşiya lidarxistina civîna Erebî hat rakirin.
Pispor dibînin ku serkeftina civîna Cezaîrê di yekbûna Ereban de ye û bidawîkirina nakokiyan dibe ku serkeftina herî mezin a civînê be. Pisporan diyar kir ku mijarên sereke yên weke dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê û rewşa Filistînê di civînên serokên Ereban de nayên gotûbêjkirin.
KÊŞEYÊN MEZIN
Pisporê têkiliyên navneteweyî û mamosteyê Zanîngeha Mutah a Urdinê Dr. Iyad El Mecalî da zanîn ku amadekariyên Cezaîrê ji bo lidarxistina civîna erebî di destpêka Mijdarê de, weke hewleke nû ye ku tê çaverêkirin tişta ku Cezaîrê ji bo dirûşma ragihandiye, li gorî çarçoveyeke dîplomatîk, lihevhatin û nêzîkkirina nêrînan di navbera aliyên erebî de, were pêkanîn.
Dr. Iyad El Mecalî ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku civîna Cezaîrê armanc û hêviyan bi xwe re tîne ku Komkara Erebî bi rêya wan hewl dide li mekanîzmayên xebata hevbeş bigere. Bi rêya wê jî dixwaze pirsgirêkên heyî yên di navbera Mexrib û Cezaîrê de, yên di navbera Cezaîr û Tûnisê de û pirsgirêkên di navbera Misir û Lîbyayê de çareser bike.
El Mecalî bal kişand ser wê yekê ku kêşeyên mezin li pêşiya civîna erebî hene ku yên herî girîng jî ev in; aloziya di pêwendiyên Cezaîr û Mexribê de, vegera tevliheviya çekdarî li Lîbyayê, asta berfireh a qutbûna di navbera Qahîre û Cezaîrê de ji ber helwestên Cezaîrê yên der barê Bendava Ronesansê ya Etiyopyayê ya Mezin û destwerdana li Iraq, Lubnan û krîza Yemenê de. Lihevkirina hinekan bi Îran û Rûsyayê re û nakokiyên kûr li ser hebûna Şamê di vê civînê de. Her wiha cudabûna nêrînan û nezelaliya ku li ser helwestên welatên erebî der barê qeyranên di rastiya siyasî ya civata navneteweyî de, serdest bû.
Pisporê urdinî Dr. Iyad El Mecalî anî ziman ku ev kêşe bargiraniyeke mezin li ser civîna Cezaîrê çêdikin ku berê jî bûne sedema taloqkirina wê. El Mecalî diyar kir ku mebestên lidarxistina wê, ji wan astengiyan bi leztir xuya dikin.
El Mecalî diyar kir ku krîza Ukraynayê û encamên wê, ji sedemên sereke yên lidarxistina vê civînê ne. Bi taybetî ji ber ku şerê Rûsya û Ukraynayê encamên xwe yên aborî yên metirsîdar li ser hemû aliyan ferz kiriye û herêm xist nava krîzeke aborî ya giran. Vê yekê ji bo girtina biryarên hevbeş ên rûbirûbûna krîza dabînkirina enerjî û xwarinê ji her du axan Rûsya û Ukraynayê, lez da lidarxistina civînê di roja xwe ya diyarkirî de.
Têkildarî serkeftina civînê hemwextî şert û mercên dijwar ên lidarxistina wê de, pisporê Urdinî destnîşan kir ku şert û mercên serkeftina civînê girêdayî daxwaza serokên Ereban e ya derbaskirina nîqaşên ku ji bo gelên herêmê metirsîdar in.
BERJEWENDIYÊN HEVPAR
Girêdayî heman mijarê pisporê Îmaratî û mamosteyê zanistên siyasî û pêwendiyên navneteweyî Dr. Salim El Ketbî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku civîna Erebî li Cezaîrê dê hemwextî şert û mercên jeopolîtîk ên xeternak e û ji bo cîhanê bi fikar e, were lidarxistin.
Dr. Salim El Ketbî axaftina xwe wiha domand: "Tevî rêzgirtina min ji rewşa welatên erebî û nakokiyên di navbera wan de, lê ew her tim çareser dibin, bi taybetî bi guhertina faktorên rêgirtinê û serxwebûna herêma erebî re. Dibe ku hinek gef ji bo bidestxistina tawîzan an guhertina pozisyona stratejîk a di navbera aliyên şer li Ukrayna, Rojhilat û Rojava de bên kirin, lê dîsa jî cîhan niha li ser sînorê şerekî nukleerî ye. Civîna Erebî ya li Cezaîrê jî bi tu awayî nikare van xetereyên nukleerî paşguh bike."
Pisporê Îmaratî El Ketbî destnîşan kir ku welatên Erebî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin her dema ku daxwazek ji dil hebe, her wiha faktorên berjewendiyên hevpar ji bo çareserkirina nakokiyên birayan jî hene. Ev mijareke demkî ye ku pêwîstiya wê bi aqilmendiya mirovên aqilmend ên xwediyên çareseriyê heye ku gavên temamker ji bo çareserkirina kêşeya erebî ku dem bi dem tê guhertin, biavêjin. El Ketbî bal kişand ser wê yekê ku gelek gavên erênî ji aliyê çend welatên Kendava Erebî ve hatine avêtin. Her wiha ji aliyê Misirê ve jî ku her tim li kêleka yekitiya Ereban disekine û li hember gelek metirsî û kêşeyên ku li pêşiya wê derdikevin, piştgiriya wê dike.
ATMOSFERA ERÊNÎ
Pisporê Misirî yê di warê têkiliyên erebî û navneteweyî de Kamil Ebdullah jî ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku atmosfer destkeftiyên girîng di hemû aliyên nakokiyên Ereban de amade ye.
Li gorî Ebdullah, civîna Cezaîrê di atmosfereke erênî de tê ku berê ji bo nêzîkbûna welatên erebî peyda nebûbû. Her wiha dîplomasiya Cezaîrê vê dawiyê ji bo amadebûneke mezin a serokên Ereban çalak bûye. Wezîrê Karên Derve yê Cezaîrê Ramtan El Amamra ji bo vexwendina serokên van welatan bo civînê, serdana Kendavê, Misir, Sûriye û Lubnanê kiriye.
Ebdullah baweriya xwe anî ziman ku civîna Cezaîrê dê bibe şahidê çareseriyên mezin û derbasbûna li xetimîna di peywendîyên Mexrib û Cezaîrê de, bi taybetî bi ragihandina îhtîmala beşdarbûna şahê Mexribê di civînê de.
Ebdullah got heman tişt ji bo nakokiyên di navbera Qahîre û Terablusê de derbas dibe û di van her du krîzan de nîşaneyên pratîkî yên nêzîkbûnê hene.
Der barê beşdarbûna Şamê de jî, pisporê Misirî Kamil Ebdullah diyar kir ku nakokiyên Ereban li ser wê yekê mezin in, lê Şamê ji zû de Cezaîr agahdar kiribû ku ew girîngiyê nade vê civînê.
Li ser îhtîmala derketina encamên xurt ji civînê der barê mijarên wekî dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê û rewşa Filistînê, Ebdullah wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev yek dê pêk neyê. Ji ber ku helwestên welatên erebî di van mijaran de hîna jî cihê nakokiyên kûr in."
(hs)
ANHA