Gelo dê pêşeroja hikûmeta hevpar a Gantz û Netanyahu çawa be?

Piştî 3 gerên hilbijartinên nediyar, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi serokatiya partiya "Lavan Alkol", Benny Gantz re ji bo avakirina hikûmeteke hevpar hate erkdarkirin. Gelo dê hikûmeta hevpar dewam bike? Bandora wê li ser Fîlîstîniyan çi ye?

Hefteya borî, Knesset, bi erêkirina ji 120 parlemeteran 72 parlementer, biryara avakirina hikûmeteke hevpar ji bo 3 salan pejirand. Ev biryar li gorî peymana ku di navbera "Partiya Likud" û "Alkolê Lavan" de pêk hat, ku herdu partî dê di nava 3 salan de desthilatê parve bikin û nobedariya serokatiyê bikin. Destpêkê Netanyahu salek û nîvê wekî serokwezîr kar bike.

Tê texmînkirin ku lîderê Partiya Likud Netanyahu di vê hefteyê yan hefteya bê de hikûmeta xwe pêşkêşî Knesset bike da ku baweriyê werbigire.

GELO WÊ HIKÛMETA HEVPAR DEWAM BIKE?

Li gorî pîvanên Îsraîlê, wezîfeya Netenyahu ya serokatiya hikûmetê demek dirêj dewam kir. Çavdêr texmîn dikin ku dibe ev wezîfeya dawî ya Netanyahu be. Helwesta Gantz ya ketina hikûmet hevpar de encamên îhtîmanên wê hatin ku îhtîmala serkeftinê ne tenê kêm e, lê di heman demê de bi domdarî kêm dibe, derfeta li pêşiya wî mabû ew bû ku bi Netanyahu re beşdarî vê hikûmetê bibe.

Şîrovekarê siyasî yê Rojnameya "Mearîf" Bin Kesîbet got: "Tevî ku Gantz rewabûnê dide Netanyahu, tevî ku soz û nirxên sereke yên li ser wê (Bloka) Kahul Lavan ava bûne, binpê kir. Lê wê piştî kêmî du salan cihê Netanyahu bigire. Ev cara yekem di serdema nû de ye ku dê kesek navê wî ne Netanyahu serokatiya hikûmetê werbigire."

Li gorî çavdêrên Îsraîlê, hikûmeta ku tê avakirin, hikûmeta kesekî ye, ne hikûmeta hevbeş e an ne hikûmeta şirîkatiyê ye. Lê lihevkirin ji bo xilaskirina pêşeroja siyasî ya Netanyahu ye yê ku bi gendeliyê hate tewambarkirin.

Şîrovekariyê siyasî di rojnameya "Yedioth Ahronoth", Nahum Berna di gotareke xwe de got: "Hikûmeta ku dê di hefteya bê de were avakirin hikûmeta kesekî ye, ne hikûmeta du seran e, ne jî hikûmeta yekitiyê ye, ne jî hikûmeta awarte ye. Hemû taybetmendiyên ku bi avakirina hikûmeta pêncan a Netanyahu re derketine libek xwelî di çav de ye. Jiyana siyasî ya ku temenê 32 sal e niha gihiştiye lûtkeyê: Tu kes gefê li hikimê wê, ne jî partiya wî ne jî saziyên siyasî ne jî saziyên hikûmekê û ne jî kolanê naxwe. Ya herî zelal ne Netanyahu be tu kes gefê li hikûmê wî naxwe an ku hikûmeta Netanyahu. "

Li gorî Berna, şirîkê herî hesan ê Netanyahu bi hemû hikûmetên wî Gantz e û wiha domand: "Ew ji Ehud Barak, Avigdor Lieberman, Yair Lapid û Tzipi Livni cûda ye. Dema sibeha diçe ser karê xwe tu hêviyên wî yên şexsî tunene. Di zemanê Koronayê de enîşka xwe ji bo silavdayînê bi kar tîne, ne tişekî din. Ew ji bo bidawîkirina hikûmetê çêbûye, ev tişt efserên artêşê dikin. Dibe ku nêrînên wê yên siyasî ji yên Netanyahu cûda be lê ev cûdahî nabe cihê dilmayîna wan ji hev."

Bê guman guhertinên dawî yên ku li Îsraîlê rû dane, ji bo berjewendiyên Netanyahu ne, bi taybet piştî biryara Dadgeha Bilind ku tewanên li dijî wî hatine avêtin, red kir. Li ser vê yekê nûçegihana siyasî ya malpera Walla" ya elketronîk, Tal Shalev dibêje: "Dadgeha Bilind ji bo sal û nîvekê wezîfeya wî wek serokê hikûmetê pejirand, lê dadweran hîna jî qet li mekanîzmeya du-serî ya Netanyahu û Gantz wekî serokwezîr nenerî ye.

Ev statuyek qanûnî ya nû û nediyar e. Her wiha hîna li lihevkirina ku dê bihêle serokê hikûmeta alternatîf (Netanyahu) dewam bike, nenêrîye, nemaze ku li dijî wî tewan hene."

Li gorî Tal Shalev di peymana navbera Netanyahu û Gantz de bêbawerî heye, "Heger Netanyahu rastî biryarek nû ji aliyê dadgehê an wekî din ve ve hate, lê mijareke wiha ji bo Netanyahu dibe ku veguhere bahaniyek balkêş ji bo hilbijartinan. Ji ber vê yekê Netanyahu hewl dan ku lihevkirinekê bi Gantz re mîsoger bike. Lê derfetên jihevketina hikûmetê û vegera li nuqteya sifir jî ne dûr e."

Çavdêrên Îsraîl û Filistînê diyar dikin ku jinûve erkdarkirina Netanyahu bi avakirina hikûmeta nû re destûr da ku di plana xwe de dewam bike ku beşên nû ji Difeya Rojava tev li Îsraîlê bike. Her wiha dest bi pêkanîna projeya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn a bi navê Peymana Serdemê bike.

Li gorî medyaya Îsraîlê Gantz û şirîkê wê yê di serokatiya partiya "Kahul Lavan", Gabi Ashkenazi wê hewl bidin ku plana tevlêkirina beşên ji Difeya Rojava ji bo Îsraîlê pêk neyê.

Tevî ku Netanyahu di vê gavê de bi îsrar e, lê ragihandina Îsraîlê bi bîr xist ku rêveberiya Amerîkayê û serokê wê Donald Trump li dijî plana tevlêkirina herêmên Difaya Rojava ji bo vê demê ye. Li ser vê ê rojnameya "Yediot Aharonot" got rêveberiya Amerîkayê dibîne ku gava yekalî ya ji aliyê hikûmetê ve derbeyek li dijî "Peyama Serdemê" ya Amerîkayê ye û dê derî bi tamamî li ber bersivdana fermandariya Filistînê ya bi plana Amerîkayê re bigire.

Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku serdana wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ya hefteya bê ji bo Îsraîlê têkildarî ragihandina helwesta Amerîkayê ya derbarê mijarê "Tevlêkirina Difeya Rojava" ji rayedarên Îsraîlê ye.

Her wiha destnîşan kir "Armanca sereke ya serdana Mike Pompeo ew e ku ji seroka hikûmeta Îsraîlê Benjemin bixwaze ku plana tevlêkirinê paş bixe."

ANHA


Mijarên Din