​​​​​​​Gelo dawiya Mexlûf e, an xwe ji keştiya rejîma Esed davêje?

Cara yekemîn e piştî aloziya Sûriyê milyardêrê Sûriyê kurê xalê Beşar El-Esed, Ramî Mexlûf dîmenekî xwe li ser facebookê belav dike. Mexlûf di wî dîmenê de zulma hikûmeta wî ji kurê meta xwe (Beşar El-Esed) şîkayet dike, ku hikûmetê wî sed milyon dolar wekî baceyên pêşwext ên şîrîketa pêwendiyan "Syriatel" ku xwediyê wê jê xwestiye. Ev yek krîzek nû ji bo rejîma Beşar El-Esed derdixîne û deriyên pêşbiniyan li hember sedem, armanc û paşzemînên Mexlûf ku wan nakokiyan derxîne holê di vê demê de vedike.

Mexlûf ê mîna hakimê xezîneya welat e û hemû aliyên qada aborî li Sûriyê hikum dike. Derketina wî ya li hemberî rejîma El-Esed û serokê wê bi vî rêbazî mîna ku xîbata zindî qebûl nake, bûyereke ne ji rêzê ye. Lê belê nîşan dide ku rejîm gihiştiye xeteke nû nikare jê vegere. Daxûyaniyên Mexlûf ên li dijî El-Esed geleke pirsan radixe holê. Mîna gelo ev mijar girêdayî nakokiyên li ser pereyan, an jî li ser desthilatiya di hundirê çarçoveyek teng ji rejîma malbata El-Esed de ye?, An jî gelo Mexlûf dixweze xwe ji keştiya rêveber a ku dixeniqe bavêje da ku bi xwe û pereyên xwe rizgar bibe? An jî gelo El-Esed ê ku bê çare maye dixwaze niha Ramî Mexlûf ji keştiyê bavêje û bi pereyên wî xwe û rejîma xwe xilas bike? An jî hin alî mîna Rûsya û Îran Mexlûf soz didin da ku ji xizmeta El-Esed derkeve? An jî mijar girêdayî hemû tiştên ku me li jor bi bîr xistin e?

Ji bo bersivandina van pirsan, em ê sedemên hundir, derve, rewşa aborî û siyasî ya ku Sûriyê niha tê re derbas dibe destbigirin û hewlbidin "Pişperdeyên vê aloziyê" fêmbikin.

Destpêkê, divê em bikevin ferqa ku Mexlûf bi saya malbata El-Esed gihaşt vê astê û imperatoriyek aborî mezin li hundirê Sûriyê û derveyî wê ava kir. Ji dema ku Hafiz El-Esed gihaşt desthilatê, birayê hevsera xwe Mihemed Mexlûf ji muhasibek di balafirgehê de veguhest girîngtirîn saziyên aborî "Tûtinê". Piştre bû mudirê banka avahîsazî. Hafiz El-Esed rê dayê ku bi rêjeya ji sedî 10 ji tevahiya bazirgan û veberhêneran werbigire û êdî navê birêz ji sedî 10 lê hate kirin. Dema Beşar El-Esed gihaşt desthilata Sûriyê, ew jî mîna bavê xwe desteka Mexlûf ê kur berdewam kir. Bi vê yekê imperatoriya Mexlûf mîna pere û pergala El-Esed bû. Lewra ne gengaze ku Mexlûf li dijî El-Esed bi hêsanî derkeve. Yan jî li bermaberî 100 milyon dolaran li dijî wî derkeve. Bi xwe ev miqdar li hember aboriya Mexlûf ne tiştek in. Nakokî pere ye, lê ne ku miqdara hatiye bîrxistin. Mexlûf pê hesî ku xeteriyek li dijî imperatoriya wî heye. Ji ber wê bi awayekî yekser derket û hewl da li dijî vê xeteriyê xwe biparêze.

Gelek çavdêr diyar dikin ji sedemên nakokiya hundirîn ew e ku pêşbirkek nû li ser aboriya Sûriyê di navbera malbata Mexlûf (zavayên Hafiz El-Esed) û malbata El-Esras (zavayên Beşar El-Esed ) de heye. Di serî de Esma El-Esed hevsera Beşar El-Esed.

Diyar dibe ku sedema zêdekirina zexta li ser Ramî Mexlûf û şirketên wî ji hêla Esma El-Esed  bersivandina vê yekê ye ku malbata Mexlûf skandalên aborî ji ragihandina Rûsyayê re teşhîr kir. Di nav de rûreşkirina mekanîzmeya karê şirketa Tekamul a girêdayî kurxaltîka Esma El-Esed Muhend El-Debax. Navê şirketên Tekamul piştî lihevkirina wê bi hikumeta El-Esed re sala 2016`an derket holê. Ev şirket li beramberî her "kertek smart" 400 lîre wergirtin. Ev kert ji bo belavkirina sotemenî, şekir, çay herî dawî nan jî tê bikaranîn.

Mexlûf di çarçoveya planên bersivdana "êrişên Esma El-Esed" ên li dijî malbata wê de û bi armanca ku rola aboriya malbata El-Esed li Sûriyê lewaz bike de, kirîna Beşar El-Esed tabloyek bi 30 milyon dolar ji hevsera xwe re di demekê de Sûriyê li pêşberî krîzeke aborî ye teşhîr kir.

Esma El-Esed dest danî ser istismarên Ramî Mexlûf di sêrî de komleya Bustan El-Xeyriye û bi hinceta ku Mexlûf ji dane baceyan direve wîsayet li ser şirketên istismara telefonên destan ên li Sûriyê Syriatel û MTN danî û mudirên wê ji hêla xwe ve erkadar kir. Ji ber wê Mexlûf neçar ma pereyên pêwîst ji bo rakirina wîsayetê ji ser şirketên xwe bide. Mirov dûr nabîne ku ev hewldanek ji aliyê Esma El-Esed ve ye ji bo ku her du şirketên girîngtirîn jêderên pere ji saziyên rejîmê re kontrol bike. Lê diyar dibe ku hevsera El-Esed hewl dide li şûna Ramî Mexlûf kesayetên aborî nû bide pêş.

Ji ber ku rejîma El-Esed ji serdeman ve pişta xwe dide mala Mexlûf a aborî, da ku xwe xurt bike. Lê diyar dibe ku El-Esed û hevsera wî Esma êdî ji xurtbûna vê stûnê bi guman in. Li fînansek nû ji rejîmê re digerin ji bo ku faturayên şerên wê li şûna malbata Mexlûf bidin. Êdî malbata Mexlûf ji nêzbûna Beşar ji Îranê re zêdetir nêzî Rûsyayê bûye. Piştî derketina aloziya baweriyê di navbera Rûsya û El-Esed de, axaftina çapemeniya Rûsya li ser nerazîbûna Putîn ji Beşar re. Lewra El-Esed dibîne ku stûna Mexlûf tenik e û dikare di her kêliyekê de hilweşîne. Bi taybet li gel ku Îranê ji ber cezayan, pandemiya Korona û kuştina Suleymanî rewşên aborî û siyasî dijî bi şêwazekê ku nikare ji vê zêdetir destekê bide El-Esed. Ji wê zêdetir hebûna Îranê li Sûriyê êdî li ber tehlukê ye. Îsraîl di vê dawiyê de carek din nuqteyên Îranê û depoyên çekên wê li gelek herêmên Sûriyê bi erêkirina Rûsya kirin hedef. Ev îşaret pê dike ku lihevkirinên navneteweyî girêdayî bidawîkirin an jî tunekirina hebûna Îranê li Sûriyê hene.

Têkildarî sedemên derve yên nakokiyê, rola Rûsyayê ye. Rûsya êdî fişarê li El-Esed dike û jê dixwaze ku pereyên ji ber peymana gaz û petrolê, her wiha pereyên çekên ku li Sûriyê ji bo parastina El-Esed hatine bikaranîn bide. Derdê pêşîn û dawîn ên Rûsyayê ji mudexeleya Sûriyê ew e ku hegemoniya xwe fireh bike û pereyan qezenc bike. Ji ber ku xezîneya Sûriyê vala ye, El-Esed neçar ma kesekê/î bike qurban. Ji bilî kurê xalê xwe Mexlûf kesek bisûdtir nedît ku pê feda bike û pereyên wî wek xilasiyek bi kar bîne. Bi vê yekê bi kevirekê li du çûkan xist.

Malbata Mexlûf ji bilî gelek şirketên petrol û avahiyan, istismarên mezin li Rûsya bi zêdetirî 40 milyon dolarî êdî bi rêjeya ji sedî 60 aboriya Sûriyê kontrol dike. Xuyaye ku malbata Mexlûf ket ferqa xeteriya li ser xwe. Têgihişt ku keştiya El-Esed bi pêlan re rû bi rû maye û êdî nêz maye noqî avê bibe. Ev tişt bi taybet piştî derketina pandemiya Korona bêhtir derkete pêş. Her wiha ragihandina Amerîka ku wê cezayên qanûna Qeyser di zûtirîn dem de li rejîma ferz bike ev biryar girinbûn. Niyeta El-Esed di fedakirina malbata Maxlûf ji bo ku xwe xilas bike, eşkere bû. Lewra diyar dibe ku Mexlûf xwest beriya wan bûyeran tevbigere û hewl bide ji keştiya El-Esed beriya noqî bin avê bibe, tevî pereyan xwe xilas bike û xwe nêzî Rûsyayê ya ku ji Esed pirtir girîngî dide pereyan bike.

Di dawiyê de mirov dikare bigihêje vê encamê; ger sedemên nakokiyê malbatî bin yan jî pirsgirêkên hundirîn bin yan jî zextên derve bin, di encamê de berhema xetimîna asoyan li pêşberî desthilata rejîma El-Esed e ku nikare guhertinê pêk bîne. Ji ber ku alozî gihaşt xeleka teng li nêzî wî, ev bidawîbûna rejîma zordest, dûrxistin û sînordarkirina pereya Sûriyê di destê xizmên xwe de û mehrûmkirina gel ji her tiştî, îsbat dike. Dema lîstok gihaşt dawiyê, destên nêzî wê hewl didin xwe xilas bikin û wê bi çaranûsa misogerî re rû bi rû bihêlin.

şx

ANHA


Mijarên Din