Gelo dewleta Tirk vê carê çeteyên xwe dişîne Qeterê?

Tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker vê carê çeteyên xwe yên li Efrînê bi rê dike Qeterê.

Li gorî agahiyên ku ji hundirê bajarê Efrînê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker komên Ehrar El-Şam, Sultan Murad û Lîwa Semerqend ên li navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê kom kirin û wek koma destpêkê şandin Qeterê.

Tê gotin ku hejmara çeteyên ku heta niha hatine şandin, di navbera 150-200 de ne. Her wiha dewleta Tirk 2 hezar dolar dide her çeteyekî.

Dewleta Tirk bi rêya şîrketa Sadat a ewlekariyê ku girêdayî dewleta Tirk e, bi awayekî fermî şandina çeteyan ber bi Qeterê ve organîze dike.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo sivikkirina zextên navneteweyî û çapemeniyê yên li ser xwe, ji ber ku çeteyên sûrî şandin Lîbyayê û dewletên din ên wekî Azerbêcanê, çeteyan bi rê dike Qeterê da ku vê carê bi rêya Qeterê bi rê bike dewletên ku şer tê de heye.

ANHA


Mijarên Din