Gelo Moskov dê çawa bersiva Fînlandiya û Swêdê bide?

Dewletên NATO`yê bi rêya firehkirina qada hevalbendiyê, dixwazin Rûsyayê dorpêç bikin. Lêkolîner dibêjin, hêza Rûsya ya aborî û leşkerî heye ku bersiva vê yekê bide. Lêkolînerekî brîtanî jî diyar kir ku tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li derdorê bi NATO`yê ve ne girîdayî ne, lê belê Moskov ew afirand da ku şerekî dijminane ya emperyalî pêk bîne.

NATO`yê, di civîna xwe ya salane ya ku 29`ê Hezîranê li paytexta Spanyayê Madrîd hatibû lidarxistin de nêrîna xwe ya ji bo guhertineke stratejîk li hundir û derveyî Ewropayê ragihand.

Di dawiya civînê de, “Têgeheke stratejîk a nû” hate derxistin ku Rûsya wek dijber dibîne. Her wiha NATO`yê Rûsya li ser xwe wek gefeke yekser a mezin dihesbîne. Çîn jî dijmin e û divê biçûk neyê dîtin. Ji ber wê li hember gefa ku dibe çêbike, pêwîstî bi stratjiyeke hevgirtî heye.

Li gel nakokiya di navbera hêzên navneteweyî de li ser hegemoniyayê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî qonaxeke din bû ku li ser hewldana Rûsya ye ku serdema serfiraziyên Yekitiya Sovyet vegerîne, hewldana Çînê ku bibe hêzeke aborî ya yekemîn li cîhanê û DYA`yê ji erişê dûr bixe, ava dibe.

Li rex wê, hewldanên Amerîkayê hene bi firehkirina NATO`yê rê li wê yekê bigire, nexasim piştî hişyariyên ku serokê Fransayê Emmanuel Macron ên sala 2019`an dane. Macron hevbendiya rojavayî di dema rêveberiya Trump de, bi ''Mirina mejî'' bi nav kiribû. Ji ber wê Joe Biden ji bo Swêd û Fînlandiya yên li ser tuximên Rûsyayê, tev li NATO`yê bike, şerê Ukrayna derxist holê. Lê dê ev yek bandor li Ewropayê bi giştî bike ku hêdî hêdî berê xwe dide çekdarkirinê û dev ji 75 salên bêalîbûnê berde.

Li gorî daneyan, Rûsya li hember hewldanên Ukraynayê ku tev li NATO`yê bibe, gaveke pêşîn avêt ku destwerdana Ukraynayê kir û nehişt Ukrayna tev lê bibe. Lê Swêd û Fînlandiya yên li tuximên Rûsyayê êdî nêzî tevlêbûnê bûne. Her duyan dev ji bêaliya xwe berda. Gelek çavdêr ev yek wek binkeftina stratejiya Moskovê bi nav kir ku li gorî daxuyaniyê rayedarên payebilind, Moskov hewl dide firehbûna NATO`yê rawestîne.

DERBEYEKE ROJAVAYÎ LI DIJÎ HEWLDANÊN RÛSYAYÊ

Der barî mijarê de, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Elî Yehya ji ajansa me re axivî û got: “Piştî ku Swêd dev ji bêaliya xwe ya dîrokî ya zêdetirî 200 salî berda, her wiha Fînlandiya ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve bêalî ye, bê guman tevlêbûna wan dê hezar û 300 kîlometre li ser sînorên NATO bi Rûsyayê re zêde bike. Tevlêbûn derbeyek li dijî hewldanên Rûsyayê ye ku naxwaze NATO ber bi sînorên wê ve fireh bibe. Lê belê dixwaze wê zaîf bike. Piştî dîroka 24`ê Sibatê, NATO ji berê bêtir hevsengî û hemahengî bûye. Li beramber wê Rûsya heta vê kêliyê bi tenê şer dike.”

Têkildarî bandora vê tevlêbûna Fînlandiya û Swêd ji bo NATO'yê li Rûsyayê, lêkolînerê siyasî û pirsporê kar û barên Rûsyayê Dr.Mîrzad Hacim got: “Tu pirsgirêkên Fînlandiya û Swêdê bi Rûsyayê re tune ne. Tevlêbûna wan a NATO`yê encama zextan e. Em baş dizanin ku li cîhanê hilweşînên aborî û kesadeke mezin heye û li ser cîhanê di gelek qadên girîng de, gef in jê ewlehiya xurekê, tenduristî û enerjî. Tevlêbûna her du welatan nava NATO`yê tê wê wateyê ku derbasî maziya maceraya NATO, çekdarbûn û budceyê bûn.”

Der barê xwezaya bersiva Rûsyayê li ser tevlêbûna dewletên bakurê Ewropayê di NATO`yê de Hacim got: “Dê bersiv heman danûstandin be. Em dizanin ku Fînlandiya, enerjiya Rûsyayê bi awayekî mezin bi kar tîne û xwe dispêre sûka wê. Dê li ser sînor leşker belav bibin. Rûsya dewleteke fireh e û li cem wê her tişt heye ku dikare bi tenê bijî, ruxmî ku îro ne bi tenê ye û dewletên bi hêz li rex wê hene. Her wiha roleke cîhanî dilîze û benderên wê li ser deryayên germ hene.”

Elî Yehya jî got: “Rûsya dê bertekên siyasî, leşkerî, siysî, enerjî yên guncaw nîşan bide. Em bawer nakin ku her du welat di şantajkirina Moskovê de pê de biçin. Ji ber ku berdewamkirina di heman astê de geşepêdana wan a aborî pêdivî bi hewîrdoreke herêmî ya aram û bi Rûsyayê re lihevhatî heye. Her wiha divê em îşaret pê bikin ku yek ji sedemên operasyona Rûsyayê, girêdayî kêmneteweyên rûs in ku bi destê netewperestên ukraynî rastî çewisandin û qirkirinê hatine.”

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê çarşemê daxuyand: “Rûsya ji biryara serokê Amerîkayê Joe Biden axurttkirina hebûna leşkerî ya Amerîka li Ewropayê natirse. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Ewropa dê tu encaman ji van xebaran negirin.” 

Ji daxuyaniyên rayedarên rûs diyar dibe ku firehbûna NATO`yê ne xema Moskovê ye. Dr.Mîrzad Hacim bi vê nêrînê re ye û got: “Rûsya bi rastî ji her hebûneke leşkerî li Ewropayê natirse. Lê Rûsya pirs dike heke NATO li hember hevbendiya Wrasoyê hate avakirin, gelo çima îro bi rêya belavbûna li ser sînorên Rûsyayê, gef lê dixwin? Em dizanin ku têkilê an destê rojava û NATO`yê di gelek dewletan de hene û ji bilî tevliheviyê tiştekî din li du xwe nahêlin. Nameya Henry Kissinger a ji bo Kongransa Davos diyar bû di vî war îde, her çiqas zext li Rûsyayê bikin dê ew berê xwe bide Çînê. Ev yek dê herêma ewle ya Ewropayê li pêşiya firehbûna Çînê û serkeftina projeya rêya herîr winda bike.”

Pisporê kar û barên Rûsyayê Îmad El-Tifêlî got, bêxemiya Rûsya ji baweriya wê bi hêza xwe ya leşkerî tê, ku dikare bersiva her destwerdanê bide.

El-Tifêlî behsa hewldana Biden kir ku hewl dide Ewropa di aliyê leşkerî de li hemberî Moskovê xurt bike û got: “Washington israrê li welatên Ewropayê dike ku bucdeya qada leşkerî bilind bike."

Hacim jî, mîlîtarîzekirina civaka Ewropayê bi yek ji mezintirîn şaştiya binav kir û got: “Ev xeteriyeke mezin e, nexasim ku wateya îflasbûna demografiya rojavayî û aborî tê dide. Ev li ser civakekê bar e ku berdêla şeran dide û hîna dide. Siyasetmdarên rojavayî îro li hember fişarê mane ku dewletên serdest li ser wan dike. Civak ji bi propagandeyê û çepameniyê bandor dibe.” 

Lêkolînerê brîtanî yê peymangeha lêkolînên siyasetên derve ya têkildarî kar û barên Asyaya Navîn Maximilian Hess ji ajansa me re axivî û got: “Têkiliya destwerdana Rûsyayê bi NATO`yê tune ye. Ev bihaneyeke ku Rûsya afirand da ku şerekî dijminane ya emperyalî pêk bîne. Moskovê lihevkirina bazirganiya azad a Yekitiya Ewropayê wek hicet bi kar anî da ku destwerdana Qirim bike sala 2014`an. Îdia kir ku li ser xetên îmdadê gef hene. Ruxmî ku Pûtîn bi rêya parçekirina wê piştre topbarankirina wê, gelek zirar pêk anîn.”

Der barê tevlêbûna her du dewletên bakur di NATO`yê de Hess got: “Tevlêbûn, dê li Rûsyayê wek wendahiyek bê dîtin, sedem jî reklama rûreş a Kremlinê ye. Ew ê bi awayekî eşkere bikar bîne da ku delîlên din ên li ser dijminatiya NATO û dorpêçêkirina wê bixwaze lê ev bêwate ye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din