Gelo paşxanaye serdana serokerkanê DYA’yê ji Îsraîlê re çi ye?

Çavdêr dibînin ku serdana serokerkanê DYA’yê ji Îsraîlê re, girêdayî pêşdeçûnên dawîn ên li herêmê çêdibe. Bi taybet girêdayî hebûna Îran û Hizbullahê li Sûriyê. Bi wê re jî dibe ku nîşaneyên bûyerên pêşerojê derkevin.

Serokerkanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Milley şemiya borî çû Îsraîlê. Ji dema di 2019’an de hatiye ser erk, ev serdana duyemîn e. Mark Milley bi hempîşeyê xwe Aviv Kochavi re civiya. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê pêşdeçûnên ewlehiyê yên li herêmê nîqaş kirin.

Li gorî çavdêran, ne pêkan e serdan ji nakokiya dawîn a di navbera Îsraîl, Îran û Hizbullah de bê qutkirin. Ew jî girêdayî pêşdeçûnên dawîn ên li Amerîkayê ji bo hilbijartinên serokatiyê, kiryarên teqînên nenas ku li avahiyên hesas ên Îran pêk hatin, derbekirina Îsraîlê ya dawîn li xaka Sûriyê ku navenda fermandariya Îran û Hizbullahê hedef girtiye ku di encamê de endamekî Hizbullahê hat kuştin.

Ev nakokî komî ser hev bûn, bi wê re jî dibe ku Hizbullah derbeyeke leşkerî ya tolhildanê li dijî Îsraîlê pêk bîne.

HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ ÎSRAÎLÊ DIXIN NAVA FIKARAN

Analîzvanên siyasî destnîşan dikin ku şansê serketina Donald Trump di hilbijartinên serokatiyê de ku dê di Mijdara îsal de pêk bên, kêm dibe. Gelek sedemê vê yekê hene. Jê jî dan û standina wî bi pandemiya Koronavîrusê re, xwepêşandanên etnîkî yên li tevahî wîlayetan di demên borî de li dar ketine, her wiha siyaseta wî ya derve.

Îsraîl dibîne ku binketina Trump, dê zirarê bigihîne piştevaniya Amerîkayê bi Îsraîlê re. Trump di dema erka xwe de,  piştevaniya Îsraîlê kir. Jê jî ragihandina El-Qudisê ya paytexta Îsraîlê, pêkanîna Peymana Sedsalê-plana aştiyê ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, li gel wê jî xebata bênavber bi Îsraîlê re li hember xeteriya Îranê li ser Îsraîlê.

Çavdêr texmîn dikin ku Îsraîl hewl dide vê dema nearam li Amerîkayê ji bo berjewendiya xwe derfetê jê bigire, ew jî bi rêya pêkanîna pêşketina sekna li hember Îranê û hevalbenda wê Hizbullahê.

Îsraîl hewl dide eniyê li hember Îran û Hizbullah germ bike, lê belê Îran û Hizbullah dizanin ku Îsraîl wan beriya rasthatina hilbijartinên DYA’yê ber bi şerekî ve dikişîne.

Girêdayî mijarê, dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê destnîşan kir ku di nîqaşên serokerkanê DYA’yê general Marke Milley û Aviv Kochavi de dosyaya Îranê bi bandor bû.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz di dema pêşwezîkirina Milley de wiha daxuyand: "Em li pêş dema tijî ya hevrikiyê ne, li gel wê jî şansê geşkirina têkilî û hevalbendiya li dijî tundrawên li herêmê heye. Ya girîng berdewama fişarê li Îran û alîgirên wê yên ku gefan li aramiya herêmê û cîhanê dixwin e. Li gel wê jî divê parastina têkilî û hevkariyê bi hêzên muitedil ên li herêmê bê kirin û geş kirin. Saziya ewlehî û artêşa parastinê amade ne parastina tevahî senaryo û gefan bikin. Em dijminên xwe şîret nakin ku tecrubeya me bikin. Em şer naxwazin. Lê belê tişta ji me tê xwestin parastina şêniyên Îsraîlê bi tevahî rêbaz û rewşan e."

Aviv Kochavi jî wiha got: "Min bi general Marke Milley re li ser tevahî gefên li hember artêşa Îsraîlê û bersivdanên wê çi nêz çi dûr, axivî. Berjewendiyên artêşa Îsraîl û artêşa Amerîkayê yên hevbeş li herêmê hene, ku parastina aramiya wê ji tevliheviya bi destê Îran û alîgirên wê bikin."

Hin çavdêrên din destnîşan dikin ku Îsraîlê nedixwest şer û nakokî bi Hizbullah re bilind bibe. Tenê mebesta wê wêrankirina nuqte û navendên pasdarên Îranê yên li Sûriyê û pergala parastina asîmanî yên Îranê yên nû ketina destê wê. Bi wê re jî Îsraîlê bi rêya NY peyamek ji Hizbullahê şand ku kuştina bi awayekî çewt çêbû.

Lê belê nirxandina li gel artêşa Îsraîlê eşkere ye ku dê Hizbullah bersivda bombebaranê bide. Her wiha dibe ku Îranê di bersivdana li ser derbeyên dawîn de piştevanî kiribe. Bi wê re jî artêşa Îsraîlê amadekarî xurt kir û asta wê li herêmên sînor ên bi ser Lubnan û Sûriyê ve bilind kir.

NIYETÊN CIDÎ YÊN GURKIRINA HERÊMÊ LI HEMBER ÎRANÊ

Têkildarî vê yekê, pisporê karûbarên Îsraîlê Mehran Sabit ji ANHA’yê re wiha got: "Hin niyetên cidî li gel DYA’yê û Îsraîlê hene ku herêmê li hember Îran û Hizbullahê gur bikin. Serdana Marke Milley li Îsraîlê, li gel teqînên bênavber li avahiyên nukleerê yên Îranê, cezayên aborî yên tund li dijî Lubnan û Sûriyê di çarçoveya Qanûna Qeyser de ku Senatoya Amerîkayê ferz kiriye û serokê wê Donald Trump di dawiya 2019’an de îmze kiriye, serdan xeternak û ne vale ye."

Mehran Sabit wiha axivî: "Mîna van serdanan tê de biryarên nehêsan derdikevin. Di serdana yekemîn a ku serokerkanê giştî yê artêşa Amerîkayê Marke Milley ji Îsraîlê re ku di Mijdara 2019’an de pêk anibû, fermandarê Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ku kesê duyemîn piştî Xaminey li Îranê ye hat kuştin."

Mehran Sabit di berdewama axaftina xwe de wiha da zanîn: "Heta şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê ya berê John Bolton pêncşema borî got, divê Îsraîl di çend mehên bê de ji bo berjewendiya xwe ya ewlehî ya pêkanîna êrişên li dijî Îranê tev bigere. Her wiha divê Îsraîl sûdê ji dema wîlayeta serokê Amerîkayê yê niha Donald Trump ji bo garantiya berjewendiyên xwe wergire. Gelek sînaryo li pey vê serdanê hene. Dibe pir kesên mezin bên kuştin an jî bûyereke mezin a ewlehî û leşkerî rû bide. Ne pêwîst e biryara ku ji wê serdanê derkeve tenê girêdayî Îranê be, dibe ji bo herêmên dîtir jî be jî.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din