Gelo şandeya gel û serbazên Rûsyayê li ser çi axivîn?

Piştî bi hezaran kes li dijî helwesta Rûsyayê ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li Sûriyê derketin, endamekî şandeya ku serdana baregeha Rûsyayê ya nêzî bajarê Kobanê kir, nîqaşa li hundirê baregehê di navbera serbazên Rûsya û şandeyê de çêbûye, eşkere kir.

26’ê Hezîranê li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li kantona Kobanê ku bi mezinbûna xwe di asta duyemîn de ye, bi hezaran kesan helwesta Rûsyayê ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li Sûriyê pêk tîne, protesto kir.

23’yê Hezîrana derbasbûyî artêşa Tirk malek li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê kir armanc, di encamê de Hebûn Mela Xelîl, Zehra Berkel û Emîna Weysî şehîd ketin û bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk xwepêşandan li dar ket.

Di  xwepêşandanê de şandeyek ji malbatên şehîdan li hundirê baregeha nêzî radyoyê bi serbazên Rûsyayê re civiya û belgeya sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, radest kir.

‘ÊRIŞ DI SALVEGERA KOMKUJIYA KOBANÊ DE PÊK HAT’

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî ku endamekî şandeyê bû, anî ziman ku wan serbazên Rûsyayê agahdar kirine ku êrişa Tirkiyê li ser gundê Helincê beriya du rojan ji salvegera komkujiya mezin li Sûriyê pêk hat ku ew jî komkujiya Kobanê bû ku DAIŞ’ê di 2015’an de bi piştevaniya dewleta Tirk pêk aniye.

BERSIVA SERBAZÊN RÛSYAYÊ

Arif Balî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di belgeya me de wêneyên topên ku Tirkiyê li dijî gundê Helincê avêtine û bi zimanê tirkî li ser nivîsandiye, hene. Hevdîtinê satekê dirêj kir û me ji serbazên Rûsyayê re got artêşa Tirk li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûc pêk anîne û heke Rûsya ewlehiya herêmê girtiye ser xwe, li dijî van sûcan nesekine ew ê rewş kambaxtir bibe."

Arif Balî diyar kir ku serbazên Rûsyayê bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê bi dewletên cîran re û rola wê di xerabiyê de, her wiha zehmetiya gelên herêmê ji ber hovîtiya Tirkiyê dikişînin. Serbazan jî îşaret pê kir ku heta gelê Rûsyayê jî li ser destê Osmaniyan azar kişandine û da zanîn ku ew ê der barê topbarana gundê Helincê de lêpirsînê vekin û belgeya şandeyê jî bigihînin hikumeta Rûsyayê.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê piştî çend saetan ji topbaranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya vê êrişê girt ser Rûsyayê û bang li DYA`yê û Koalîsyona Navdewletî kir ku bi erka xwe rabin û li gorî hevpeyamana agirbestê sînorekî ji sûcên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin. Tê zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera DYA û dewleta Tirk a dagirker de hevpeymana agirbestê hate îmzekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din