Gelo Tirkiye behsa kîjan ‘herêma ewle’ dike!

Şêx Ebdulrezaq El-Salim, têkildarî “herêma ewle” ku Tirkiye dixwaze li Bakurê Sûriyê ava bike, got: "Efrîn beriya dagirkirinê, di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de herêmeke ewle bû, lê niha rewşa wê trajedîk e û şêniyên wê koçber bûne, gelo dagirkeriya Tirk behsa kijan ewlehiyê dike?"

Mijara herêma ewle li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din kete rojevê, bi taybet piştî ku rayedarekî Tirk îdiayên girêdayî lihevkirinên wan li ser vê mijarê bi Amerîkayê re kirine. Pêkhateyên Bakur Sûriyê avakirina herêmekê di bin çavdêriya Tirkiye de red dikin û pêşniyar dikin ku ew herêm bi sponseriya navneteweyî be.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Sade ya li Girkê Legê, şêx Ebdulrezaq El-Salim  ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye piştî têkçûna DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla QSD`ê ve, avakirina herêma ewle dike hincet da ku planên xwe pêk bîne. Şêx Ebdulrezaq El-Salim diyar kir ku avakirina herêma ewle bi çavdêriya Tirkiye nayê qebûlkirin.

El-Salim bal kişand ser ku Tirkiye piştî her serkeftinekê li herêmên Bakurê Sûriyê gefa êrîşan dixwe û wiha domand: "Niha jî bi avakirina herêma ewle Bakurê Sûriyê tehdît dike. Ev plana Tirkiye nayê qebûlkirin, bila her kes bizane ku Tirkiye dijminahiya gelê Ereb beriya birayên Kurd dike."

El-Salim wiha domand: "Dîrok xwe ji nû ve dubare dike. Rojekê dagrikeriya Tirk ji me re nabe dost. Ji serdema Osmanî ve gelê Sûriyê  dikuje. Qada Mercê hîna şahidê binpêkirinên wê yên hovane ye. Dewleta Tirk li Mergedayê ya li herêma Şedadê birayên me yên Ermen kuştin û Osmaniyan kal û bavên Erdogan komkujiyeke mezin li ser Ermenan pêk anîn."

El-Salim bang li hêzên Koalîsyona Navdewletî kir ku rê nede Tirkiye ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê ava bike û got: "Avakirina herêma ewle ji aliyê gelê me ve bi tu awayan nayê qebûlkirin û em ê li hemberî wê bisekiin. Em bang li tevahiya şirîkên xwe yên di tunekirina terorê de dikin ku li pêşiya projeyên Tirkiye yên dagirkerî li Bakurê Sûriyê bisekinin û nehêlin Tirkiye xewnên xwe di wêrankirina herêmê de pêk bîne."

Girêdayî encamên herêma ewle li ser herêmên Bakurê Sûriyê El-Salim got: "Li herêmên ku Tirkiye dagir kirine, ewlehî tune ye. Rojane em bûyerên kuştin, revandin û pevketinê dibhîzin. Ji ber wê em her herêmeke ewle bi çavdêriya Tirkiye red dikin."

Şêx Ebdulrezaq El-Salim pêşniyar kir ku herêma ewle li herêmên ku Tirkiye dagir kirin,e ava bibe, ji ber ku ne ewle ne û wiha berdewam kir: "Efrîn di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de herêmek ewle bû beriya ku Tirkiye dagir bike. Lê niha piştî dagirkirinê di rewşeke trajedîk de ye û şêniyên wê di konan de koçber bûne, gelo Tirkiye behsa kîjan ewlehiyê dike?"

El-Salim anî ziman ku ew avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê bi rêvebertiya Tirkiye qebûl nake û destnîşan kir ku herêm bi hevgirtina gel bi hêzên xwe ya siyasî, leşkerî û rêveberiyê re aram e.

El-Salim destnîşan kir ku ew dê nehêlin ku Tirkiye bighêje armancên xwe di avakirina herêma ewle de li Bakurê Sûriyê û eger bê xwestin gelê herêmê dê şerê wê bike.

Her wiha El-salim bang li rejîma Sûriyê kir ku helwestekî cidî nîşanî proje û gefên Tirkiye bide û li ser asta navdewletî projeya Tirkiye ya dagirkerî li Bakurê Sûriyê red bike.

Di dawiyê de şêx Ebdulrezaq El-Salim bang  li tevahiya êlan kir ku bê bertek li hember gefên Tirkiye û êrîşên wê li ser herêmên Bakurê Sûriyê nemînin û anî ziman ku ew li Bakurê Sûriyê nahêlin ku kesek dest bide ewlehiya herêmên wan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din